Xelata Zanistê

Xelata Zanistê ya Kurd-Akadê

Di sala 2017an de me cara yekemin di çarçoveya pêşwazîkirina xwe ya salê  de, me xelata rûmetê ya taybet da gotarên zanistî û xebatên giranbiha yên  civakî.

Niha jî em dixwazin  xelata zanist û zanistên ciwan/nû lê zêde bikin. Radestkirina van xelatan wê di resepsiyona  me ya îsal de pêk were.

Ev xelata bi taybet ji bo îlimdarên ciwan ên Kurd ku xebatên xwe yên zanistî bi serkeftî pêşxistine, hatiye fikrandin.

Ne tenê Kurd, ji netewên cûda jî zanyar ji bo vê xelatê tên hilbijartin,
Kesên ku ji bo xelata zanyarên ciwan tên  hilbijartin, divê lîsansa xwe ya bingehîn bi dest xistibin. Dîsa kesên ji bo xelata zanistê tên hilbijartin, divê piştî  teza xwe ya doktorayê, 2 sal ezmûna kar ber hev kiribin.

Divê kesên tên hilbijartin bi kinahî bîografiya xwe û  sedema xwe ya tevlêbûnê, bi nivîskî

ji emaîla Diese E-Mail-Adresse ist vor Spambots geschützt! Zur Anzeige muss JavaScript eingeschaltet sein! re bişinin. Deriyê me, ji kesên xwe bi xwe  pêşniyar dikin re jî vekiriye.

Diroka dawî ya serlêdanê: 15. Îlon 2018

Komîteya Radestkirina Xelatê

Agahî

+++ 10.02 Semîner li Koln

+++ 10.02 Civîna rêveberî

+++ 23.02 Konferans li Bielefeld