Banga Hilbijertinê li 24.06.2018

Ji bo 24ê Hezîranê, banga piştgiriya bi HDPê re

Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan û AKP yê di bin navê tifaqa Cumhûr de, tevî MHPê ji bo hilbijartinên giştî yên parlementeriyê yê pêvajoya 27. û Serokkomariyê ku di 24ê Hezîranê de pêk tê, xwe amade dike, dixwaze bi riya şerê çavtirsandinê yê di nava gel de belavkirî, bigihêje encamê.


Ev koalîsyona şer, dagirkirina Efrînê ku li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e, dike amûra hilbijartinê û dixwaze dîktatoriya Erdoğan bi vî rengî rewa nîşan bide.

Li gel wê, Tifaqa Millet a ji partiyên rastgir pêk tê, di pêşengtiya partiya muxalefetê CHP û Partiya İYİ ya nû hat damezirandin de, xwe wek parazvanên demokrasiyê yên nû dibînin. Lê belê der barê pirsgirêkên welêt ên wek pirsgirêka kurdan de, dev ji xeta xwe ya tekperest û cihêkar bernade.

Alternatîfa pêşketî û demokratîk a yekane, tifaqa di pêşengtiya Partiya Demokratîk a Gelan de ye ku bi hezaran endam, 84 hevserokên şaredariyê, 7 parlementer û hevserokên wê giştî yên berê, di girtîgehê de ne.

Pêwistiya welêt, bi hêzeke piranîparêz, pêşketî, demokratîk, ekolojîk û wekhev heye. Lewma em bang dikin ku di 24ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP û hevserokê wê yê giştî yê berê Selahattîn Demîrtaş ku sal û nîveke dîl tê girtin.

Rêveberiya Kurd-Akadê

Agahî

+++ 13.05 Civîna heremî ya Dusseldorf
+++ 18.05 Civîna endaman li NRW
+++ 26.05 Semînerên Soft Skills (behremendiyên nerm)li Frankfurt a.M.