Newsletter 2018-2

Endamên heja,
Hevalên heja,

em keyfxweşî Newsletter a aktûel diweşînin.

+++ Civîna Rêveberiyê

Civîna me Rêveberiê ê yekêmîn 31 Gulanê 2018 pek hat. Nav civînê de mijarên wek belavkirina xebatên nav Rêveberiyê û Konferansa 2019, Civînên heremî û ser projên nû nikaşê kir. 

+++ Civînê Herêmê

Bê gûman gerîngê êm giranî bidin ser civînên heremî ji bo karibin Êndamê xwe û yên xebatê me alaqadar bûn bixin nav xebatê û her wiha ji bo fikirê nû û projên nû bixin jiyanê.

Civînên heremî yên nav sê mehên dawî hatin darxistin: 01., 25. Gulanê û 9. Hezîran Frankfurt a.M., 5. û 27. Gulanê û 24. Hezîranê Bremen, 19. Gulanê u 9. Hezîranê Hamburg, 01. Hezîranê Bochum, 26. Hezîranê Köln.

+++ Konferensa Hiquqnasan

Di 9ê Hezîranê de Kolnê konferensa hiquqnasên ji Kurdistanê yên li Ewropayê hat lidarxistin.

Me vê civînê bi hevkariya Komeleya ji bo Demokrasî û Mafên Navnetewî  (Verein für Demokratie und internationale Recht  Maf-Dad e.v) û Komeleya Hiquqnasên Ji Rojava (Verein der Juristen aus Rojava) organize kir.

Ev şirîkatiya me encama xebata hevbeş ya civîna me ya di Mijdara sala buhurî de; ku ji aliyê me ve hatibû organîze kirin, ku bi armanca ji bo xebateke hevbeş bi  organisyasyon û instituten akademikvanan ve were kirin bû. Herweha berdevkên Yekitiya Hiquqnasên Alman-Kurd (Deutsch-Kurdischen Juristen Vereinigung) û Yekitiya Hiquqnasên Êzdî (Verband Êzîdischer Juristen) jî di vê konferansê de cîh girtin û reng dan konferansê. Li vir Yekitiya Hiquqnasên Êzdî semînerek gelek girîng û watedar di derheqê êzdiyan de pêşkeş kirin.

Di vê konferansê de hem li gel şirovekirina hêvîkarên hiquqnasiyê û probemên li her çar perçeyên Kurdistanê û hem jî temayên di derheqê Kurdan de li Ewropa,   heyineyên xebatên heta îro hatine kirin û perspektîvên dihatûyê weke mijarên sereke cîh girtin. Di vekirina konferansê de birêz Dr. Norman Paech û  banû Eren Keskin ku  abûkat û hevseroka Komela Mafê Mirovan (IHD) e jî axaftinekê kirin.

+++ Konferansa li Parlementoya Ewropeyeyê

Bi hevkarîya Komîsyona Civaka Tirkiye ya Ewrûpayê û Enstîtuya Kurdî ya Brukselê herwekî din bi piştgiriya komên Parlementoyê weke tifaqa Pêşverû ya Partiya Sosyal Demokratan, Yekbûyî/Yekiya Çepên Ewrûpayê / Çepên Îskandînavya ya Kesk û Partiya Keskan/Tifaqa Azad a Ewrûpayê em ê di 28 Hezîran 2018 an de (28.06.18) konferansekê li ser mijarên "Dagirkariya Tirkan li Kurdistanê û Gotûbeja Akademîsyenên Kurd li ser Çareserkirina Krîza li Rojhilata Navîn bi Vîzyonên/Persfektivên Demokratîk“ li dar bixin.

+++ Konferansên 2019 an

Ji bo komcivîna NRWê, her wiha ji bo konferansa li Frankfurtê civîna yekem a amadekariyê hat lidarxistin. Li ser van mijaran em ê di bultena xwe ya paşerojê de agahiyên berfireh biweşînin. Her wiha wê konferansek, di demsala zivistanê de li Hamburgê bê lidarxistin.

+++ Tora Rêxistina Akademisyênên Kurd

Weke encamên hevdîtina tora me ya Ewropayê di meha Mijdarê ya sala borî de bi Enstîtuyaya Kurd a li Elmanyeyê û Komeleya Mamosteyên Kurd re hevkarî hatiye pêşxistin. Piştî civîna yekemîn a ku her saziyê li ser xebatên xwe hevdu agahdar kirin, konferansek li ser mijara “Zimanê Dayîkê û Pirzimanî” hate plankirin. Civîna amadekariyê ya yekemin di 3ê Hezîranê de pêk hat.

+++ Konzepta Kurd-Akadê ya Perwerdeyê

Ji bo xurtkirin û kûrkirina karê lêkolînê û zanistî, perwerdeya pisporbûnê em weke pêwistiyekê pir giring dibinin. Bi wê re girêdayî hewcedarî pê heye ku komeke ji zanyarên Kurd pêk tê, di nava tora me de cih bigire. Ji ber vê yekê, me biryar da ku Tora Sazkirina Perwerdeya Kurd-Akadê birexistin bikin. Rêveberî û şêwirmendiya zanistê ku ji hemû akademîsyenên ciwan pêk tê, xwe rexistin kiriye. Di çarcoveya pêşwaziya vê salê de, em ê saziya xwe perwerdeya bi fermî bidin danasin û vekin. Berî pêşwaziyekê symposionekê/civina endamên bi zanist û zanyarên kurd re wê bê lidarxistin.

+++ Xelata zanistê ya Kurd-Akad

Sala 2017an me xelata rûmetê ya yekem ya Kurd-Akad pêşkêş kir. Em kêfxwes in ku îsal em ê xelata zanistê ya yekem ya Kurd-Akad pêşkêş bikin. Bi vê xelatê em dixwazin beriya her tiştî akademîsyenên ciwan ên ku di qada xwe ya lekolinê de pisporiyeke taybet nîşan didin derxin pêş.

+++ Kurd-Akad NL

Roja 28ê Nîsanê bi akademîsyenên li Hollandayê re hevdîtina duyem bi awayekî serkeftî pêk hat. Encûmeneke/komîsyoneke ku çêkirina toreke akademîsyenan li Hollandayê wê pêş ve bibe hat avakirin. Ev encûmen hevdîtina xwe ya yekem pêk anî.

+++ PolitikArt

Yekemîn PolitikArta bi zimanê elmanî hat weşandin. PolitikArt pêveka rojnameya Yeni Özgür Politika ye û beşê wê yê elmanî ji me ve hat amadekirin.

+++ Hilbijartinên li Tirkiyê

Di derbarê hilbijartinên li Tirkiyê ji bo serokkomarî û meclîsê de me bi riya daxûyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo partiya pêşverû û demokratîk HDP nîşan da.

Eger zêdetir akademîsyen bi qabiliyet u behreyên xwe alîkariya tora me bikin em ê kêfxweş bin.

Reveberi


Agahî

+++ 13.05 Civîna heremî ya Dusseldorf
+++ 18.05 Civîna endaman li NRW
+++ 26.05 Semînerên Soft Skills (behremendiyên nerm)li Frankfurt a.M.