dateline3

Nûçename 2016-3

Nûçename 2016-3

Endam û hevalên delal

Em ji we re di pêvekê de nûçenameya çarmeha sêyem ya sala 2016 dişînin.

- Civînên Rêveberî
Di vê çarmehê de roja 11.09.2016 li bajarê Siegenê civîneke rêveberî pêk hat. Di vê civînê de amadekirina projeyên aktuel hat nîqaş kirin.     

- Civînên Herêmî
Civînên herêma Westfalen di vê çarmehê de bi awayekî domdar her Îniya yekem ya mehê pêk hatin. Ev civîn wê bi vî şiklî berdewam bikin.   

Civînên herêma Düsseldorf her Pênçşema dawî ya mehê pêk tên. Guherînên dema civînan wê bi riya e-postayê werin ragihandin.
    
Li Hamburgê du civînên berhemdar pêk hatin. Demên hevdîtinan wê di rojên bê de bi riya e-postayê werin îlankirin.    

- Malper
Aniha malpera me ji ber êrîşên ji derve hat girtin û tê sererast kirin. Piştî ku pirsgirêk werin halkirin malper wê ji nû ve were vekirin û vebûna wê wê bi riya e-peyamekê were ragihandin.      

- Konferansên Pisporî (Fachtagung)
Konferansa pisporî ya sala 2017 di plansaziyê de ye. Çawa ku agahiyên berbiçav diyar bibin em ê van agahiyan bi riya e-peyamê û malpera xwe bigihînin raya giştî.

- Konferansên Giştî
Piştî konferanseke serketî ku meha Sibata vê salê li Frankfurtê pêk hat me qerar da ku em van konferansan bidomînin. Konferansa bê wê roja 04.02.2017 pêk were. Agahiyên têkildar wê di wextê xwe de werin ragihandin.   

Endamekî rêveberiya me di vê salê de jî di plankirina konferansa, ku heft û heştê Kanûnê ji EUTCC ve li Parlamena Ewropa li Brukselê wê were organîzekirin, cih digre. Wek cara yekem di vê konferansê de wergera simultane wê hebe. Ev werger wê ji endamên me were kirin.
     
Plansaziya konferansa sêyem ya Network for an Alternative Quest ku di rojên 14.-16.04.2017 de wê li Hamburgê pêk were tê meşandin.   

- Programên Hevbeş
Kurd-Akadê roja 15.09.2016 tevî DGB-Dortmund (Deutscher Gewerkschaftsbund), Volkshochschule Dortmund û Auslandsgesellschaft NRW di bin sernavê „Wir schaffen das!“ ango „Em ê ji binê vî barî derkevin!“ (gotina serokwezîra Elman derbarê penaberên ku bi hejmareke mezin gihîştibûn Elmanyayê de) li Dortmundê paneleke li ser penaberan li dar xist. Ev panel bi awayekî serketî pêk hat. Heike Geiswald (parêzer û endama rêveberiya Komela Demokrasî û Hiqûka Navneteweyî) û Kenan Engin (siyasetzanê li Înstîtûta Lêkolînên Penaberiyê ya Bonnê) wek axaftvan beşdar bûn.
 
Roja 03.11.16 wê paneleke hevbeş ya din pêk were. Di bin sernavê „Yekitiya Ewropa, Tirkiye û pirsgirêka penaberiyê – Yekitiya Ewropa kîjan nirxan temsîl dike?“ wê Prof. Dr. Dietmar Köster (endamê partiya SPD û parlamanê) û Birgit Naujocks (îdarevana Lijneya Penaberan Ya NRW) gotarên xwe pêşkêş bikin.
 
- Workshop
Kurd-Akad li ser mijarên cihêreng wek berfirehkirina xebatên zanistî yên li ser mijarên kurdî, koça kurdî û bicihgirtina Kurdan di nava siyaseta elman de workshopan plan dike. Workshopeke serketî derbarê zanistê de roja 01.10.2016 li Bonnê pêk hat.  
- Kurd-Akad Swîsre
Piştî serdana me ya Bernê ku di rojên 26.-29.05.2016 de pêk hatibû roja 24.09.2016 civîneke din li Bernê hat lidarxistin. Di vê civînê de birêxistinbûna akademîsyenên Kurd ên li Swîsreyê hat teşwîqkirin. Wek encam komeke amadekar hat diyarkirin. Ev kom wê di mehên bê de bi mijara birêxistinbûna akademîsyenên Kurd ên Swîsreyê mijûl bibe.

- Semîner (Soft Skills Seminare)
Di çarmeha bê de jî em ê semînerekê pêşkêş bikin. Mijara semînerê wê bikaranîna medyaya civakî bi awayekî encamgir be. Semîner roja 26.11.2016 wê li Düsseldorfê pêk were. Agahiyên li ser qeydkirinê bi riya e-peyamê hatin ragihandin.            

- Gera zivistanî (Winterexkursion) bo Berlinê
Em kêfxweş in ku em îsal jî dikarin we vexwînin gera xwe ya zivîstanî. Qonaxa vê salê Berlin e. Gera me wê di rojên 10-11ê Kanûnê de pêk were. Formên ji bo tevlîbûnê çend rojen berê bi riya e-peyamê hatin şandin. Roja dawî ya qeydbûnê 10ê Mijdarê ye.   

Rêveberî   

Agahî

+++ 10.02 Semîner li Koln

+++ 10.02 Civîna rêveberî

+++ 23.02 Konferans li Bielefeld