Daxuyaniya Çapemeniyê-04.11.2016

 Lînça siyasî li Tirkiyê gihîşt parlamenteran

                                                               (foto: reuters/umit bektas)

Di operasyonên şevî li Tirkiyê de 11 parlamenterên partiya HDPê, ku bi 59 mebûsên xwe koma sêyem li parlamanê ye, hatin derdestkirin.

Hê meha Gulanê li ser hewlên serokkomar Erdogan destnedayiniya parlamenteran hatibû rakirin. Bi girtina parlamenteran, ku hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdag jî di nav de ne, linça siyasî ya desthilatdarên Tirk di bin serokkomar Erdogan gihîşt asteke nû. Hê hefteya çuyî hevserokên şaredariya Amedê hatibûn derdestkirin. Partiya HDPê bi taybetî piştî serkeftina xwe ya di hilbijartina sala par de, ku di wê hilbijartinê de benda sedî deh derbas kiribû u xewna Erdogan a pergala serokatiyê xirab kiribû, bû hedefa hikûmetê.       

Piştî darbeya biguman ya 15 Tirmehê, Erdogan u aligirên wî Tirkiye bir Diktatoriyê. Piraniya mafan hatin betalkirin û azadiya mirovan hat bisînorkirin.

Di ber van bûyerên li hundirê welêt re Tirkiyê polîtîkaya xwe ya berfirehbûnê li welatên cîran wek Suriye u Iraqê bi pêş dixe. Ev pêşveçûn ne tenê ji bo herêmê bixeter e.

Wek Tora Akademisyenên Kurd em derdestkirina parlmanterên HDPyî u bisînorkirina maf u azadiyan şermezar dikin. Ji Tirkiye re ne rotaya berfirehbûnê lê rotaya demokratîkbûnê divê.

Tora Akademisyenên Kurd

Kurd-Akad
 

Agahî

+++ 13.05 Civîna heremî ya Dusseldorf
+++ 18.05 Civîna endaman li NRW
+++ 26.05 Semînerên Soft Skills (behremendiyên nerm)li Frankfurt a.M.