Konferans

98 sal peymana Lozanê – Îdîa û rastiya aşitiyekê

Dem: 24.07.2021, Saet 15 MEZ / Zoom
Serîlêdan heta 22.07.2021’an bi riya info@kurd-akad.com

Roja 24ê Tîrmehê ya sala 1923, ango 98 sal berê, Peymana Lozanê hat danîn. 

Beriya vê peymanê, roja 16ê Gulanê ya sala 1916, Peymana Sykes-Picot bi awayekî veşartî di navbera dîpliomatê Brîtanî Mark Sykes û dîplomatê Fransî Georges Picot de hatibû çêkirin. Peymana Sykes-Picot hîn herêmen dewleta Osmanî wek herêmên bandorê ya Fransa û Brîtanyayê parve kiribu. Bêyî ku sînorên etnîk û dînî werin berçav girtin, sînorên ji bo dewletên nû hatibûn xêzkirin.  
Piştî peymana Sykes-Picot, Peymana Sevrê hat danin. Ev peyman mafên gelê Kurd dianî zimên lê bi hin şertan rê li ber xwerêvebirinê digirt. Peymana Lozanê perçekirina Kurdistanê misoger kir u mafê gelê Kurd ji bo xwerêvebirinê ji holê rakir. 

Kêşe u şerên heyî li heremê encamên perçekirina Kurdistan û Rojhilata Navîn in. 
Bi vê konferansê em dixwazin li rageşiyên dîrokî û encamên wan ên îroyîn ji nêz ve binêrin. Bi taybetî em ê bala xwe bidin encamên li ser gelê Kurd.

Bername:

Lozan: Xetên dîrokî û têgînên wan ên heyî
Dr. Djene Rhys Bajalan, Ass. Prof., Zanîngeha Missouri, USA

Wateya peymanê ji aliyê Kurdan ve: Peymana aşitiyê yan xetereya hebûnê?
Nilüfer Koç, Endama KNK Komîteya rêvebir, Belçîka

Pêşkeşvan: Aysel Onur, Kurd-Akad, Swîsre

Ev Konferans bi hevkariya Kurd-Akad Almanya, Swîsre û Îngîlîstanê tê amadekirin.