Newsletter – Q3-2021

ndamên hêja,Hevalên hêja,
em keyfxweşî Newsletter a aktûel diweşînin.

Em dîsa banga ji bo hevkarî û endamêtîyê dikin.

Li gel silavên germ Rêveberîya Kurd-Akad


Civînên Rêveberî

Civîna me ya rêveberîyê di 07.07, 05.08, 09.09 û 21.09.21´de pêk hat.
Konferansa li ser Peymana Lozanê

Bi boneya salvegera 98emîn ya peymana Lozanê em – wek Kurd-Akad Almanya, Swîsre û Brîtanya – di çarçoveya konferansekê de bi peymana Lozanê ji perspektîfa Kurdî mijûl bûn. Siyasetmedar Nilüfer Koç û Prof. Djene Rhys Bajalan axaftvan bûn. Sala ku bê jî konferanseke di derbarê vê mijarê de wê çêbe.


Roja Aşitîya Cîhanê

Bi hevkariyê Civaka Azad re, me online semînerêk li ser roja aşitîya cîhanê li darxist. Rojnamevan Erk Acarer, Parlementerê berê ya HDPê PD Dr. Ahmet Yıldırım û Bijişk Dr. Gisela Penteker ji IPPNW li ser zextên li dijî opozîsyonan, siyaseta derve ya Tirkiyê, pirs û perspektîfên Kurd ji bo aştiyê nîqaş kir. Aştî te bibe mijara navendî ya xebata me di sala pêş de, her wiha  hevkariya taybetî ya zayendî.


Semînerên ji bo şarezayiyên civakî

Di van sêmehên bihurî de me bi hevkariya bi Navenda Xebata Raya Giştî Civaka Azad e.V. re me du semîner (Mircaetên li Weqfan û Karê ragihandinê) li dar xistin. Wê semînerên din jî dewam bikin.


Bernameya fînansekirina ji bo weşandina teza doktorayekê

Salê du caran tora me wê ji bo weşandina teza doktorayekê  piştgiriya darayî bide. Dema serlêdanê ya yekem di 15ê Îlonê 2021an de diqede. Desteya şêwirmendiya zanistî ya saziya perwerdehiya me di pêvajoya biryargirtinê de rolek sereke dileyze. Dema paşîn ji bo serlêdanê 15ê Adarê 2022 ye.


Tura Havînê Dîjîtal

Di wateya ramana torê de, hevkariya bi saziyên û enstîtuyên din pir girîng in. Li gorî vê yekê, me serpêhatîyên danûstandinan bi rêxistinên jinan (Ceni, Utamara, Meclîsa Jinên Elman, Siyasetmedarên HDPê li derveyê Welat) pêk anî. Ramanên bireser ên çalakîyên hevbeş hene. Wekî din, hevdîtinek bi înîsiyatîfa Perwerdehiyê Ferhat Unvar re pêk hat, ê ku ji me re careke din girîngiya karê dijî nijadperestî piştrast kir. Di sala 2022 an de, nijadperestî te bibe babetên bingehîn ên çalakîyên me ya perwerdehiya siyasî.


Piştgiriya bi HDP’ê re

Di mehên pêş de hevkariya bi HDPê re jî di rojeva me de ye.  Emê bi sernavê “Guftûgoh bi siyasetmedarên sirgûn ên HDP’ê re – Qada Pirsgirêkê Tirkiye: Di çarçoveya mijarên zayendî, komunalîzm û civaka sivîl de stratejiyên ji krîzê derketinê ” civînekê li dar bixin. Ev çalakî wek encama civîna me ya bi parlementeran re di çarçoveya “gera havînê” de derket holê û qonaxa yekemîn a çalakiya piştgiriya bi HDP’ê re ye.