Xelata Taybet a 2017yan a Kurd-Akadê
Canik û camêrên hêja,
Wek Tora Akademîsyenên Kurd, yekem care ku di çarçoveya resepsiyona xwe ya salane de, em ê ji bo hewldanên civakî û xebatên akademîk ên awarte, xelateke taybet bidin.
Ji vir û şûn de, em dixwazin du salan carekê, akademîsyenên hem di qada lêkolîn û hem jî yên di qada xebatên dildarî de serkeftî ne, bi xelat bikin. Em hedef dikin ku pêşerojê vê xelatê bidin akademîsyenên ciwan.
Xwediyê xelata taybet a 2017yan, zimanzanê navdar Prof. Dr. Noam Chomsky û Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl e. Ji aliyê wan ve pejirandina vê xelatê, ji bo tora me, rûmeteke mezin e.
Em ê rojên pêş me, agahiyên hûrgilî yên der barê merasîma xelatê de, bi we re parve bikin.
Bi silavên dostane
Desteya Rêveber