
Birêz canik û camêr,
Hevalên delal,
Li ser navê Tora Akademîsyenên Kurd, me dawiya hefteya bihurî xelata xwe ya taybet a yekemîn pêşkêş kir.
Xwediyê xelata taybet zimanzanê navdar ê cîhanê Prof. Dr. Noam Chomsky û Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl bû.
Ji aliyê van herdu kesên hêja ve pejirandina xelatê, ji bo tora me rûmeteke mezin e. Prof. Dr. Celîlê Celîl di merasîma xelatê de amade bû. Prof. Dr. Noam Chomsky jî ji bo merasîmê peyamek şand.
Bi vî awayî em spasiyên xwe pêşkêşî tevahiya beşdaran –ji qada siyaset, zanist û civakî 150 kes tevli resepsiyona me bûn- dikin. 
Di heman demê de em spasiyên xwe yên taybet pêşkêşî axaftvanên merasîma xelatê dikin: Prof. Dr. Emra İlgün-Birhimeoğlu, pedagog û endama me ya damezrînêr.Prof. Der. Kariane Westrheim, endama me ya desteya şêwirmendiya zanistî. Prof. Dr. Zaradachet Hajo, zimanzan û serokê PEN a Kurd ê berê. Parlementerên HDPê Faysal Sarıyıldız û Prof. Dr. Mithat Sancar, hiqûqnas û endamê me yê desteya şêwirmendiya zanistî. Her yek ji wan, bi axaftinên xwe girîngiyeke mezin tev li merasîmê kirin û herwiha ji bo xebatên pêşerojê pêşniyarên hêja kirin.
Divê tevî van pêşniyaran em torê berfirehtir û xebatan profesyoneltir bikin.
Rezonansa erênî ya beşdaran hêz da me da ku em lez bidin xebatên xwe û du salan carekê, him di beşa lêkolîn û him jî di beşa xebatên taybet de xelatê bidin akademîsyenên xwe gihandine astekê.
Hedefa me ew e ku pêşerojê em vê xelatê bidin akademîsyenên ciwan.
Bi vî awayî em spasiyên xwe pêşkêşî tevahiya beşdaran dikin.
Reveberî
