Newsletter 2017-4

Endamen heja,
em Newsletter me ya nişanî we dikin.

Civîna Reveberîye

Civînên me çarîka dawî ya 2017an, di 15.10 û 26.11ê de, li Kölnê pêk hat. Ji bilî civînan, di 03.10an de bi riya  telefonê, hevditîn pêk hat. 

Konferansên 2018an 

Karê amadekariyê ya ji bo Konferensa NRWê ku di 27.01.2018an de li Kölnê pêk were, qedîya. 
Wê konferansa me bi navê „Kurd di bin siya bilindbûn û danîna şer li Rojhilata Navîn de“ pêk were. 
Bi hevparîya Volkshochschule Köln und Civaka Azad – Kurdisches Zentrum für Öffentlichkeitsarbeit e.V û bi alîkarîya Weqfa Rosa Luxemburgê  em ê konferansa xwe li dar bixin.
Axaftvan: Siyasetvan Prof. Dr. Andreas Heinemann-Grüder, Siyasetvan Mahir Tokatlı ji zanîngeha Bonnê, civaknas Dilar Dirik ji zanîngeha Cambridge, Adem Uzun endemê reveberiya KNKê, Eren Keskin, seroka komela mafê mirovan IHDê, her wiha hûquqnas û parlementarê HDPê Prof. Dr. Mithat Sancar. Pêşkeşvanên konferansê; Rojnamevan Diana Hodali, sîyasetvan Rosa Burc û Hevseroka me Dersim Dagdeviren.

Konferansa Frankfurtê bi mijara „Komkujiyên li Rojhilata Navîn û perspektîfen ji bo hevhatinê“ di 14. 04.2018an de wê pêk were. 
Konferansa me bi hevpariya Heinrich Böll Stiftung (Weqf) û Navenda Kurd ji bo karê çapemeniyê Civaka Azad û bi alîkarîya Sebastian Cobler Stiftung(Weqf) pêk tê.
 Axaftvanên me; dîrokzan Prof. Dr. Mihran Dabag, dîrokzan Mehmet Bayrak û Hevseroka Şaredarîya Cîzirê Leyla Imret.  

Firebûna Torê li Ewropayê

Em bi keyfxweşî we der barê damezrandina Tora Akademisyenên Kurd Swîsreyê de -ku di 16.12.2017an de li Fribourgê pêk hat- agahdar dikin. Em rexistina xwe ya hevpar pîroz dikin û  ji van re serkeftinê dixwazin. 

Herwiha di 06.12.17an de, li Brûkselê hevdîtina sêyemîn ya Akedemîsyenên Kurd, bi namzetên doktorîya zanistî û xebatkarên zanîngehên ji welatên ewrûpî, pêk hat. Ew kar pevîste kûrtir were meşandin. 

Civîna Sazîyên Kurd en li Ewropa 

14 sazî û komelên akademîsyen di 11 û 12ê  Mijdarê de, tevî civîna me bûn. Mijara me nirxandina karên zanistî yên der barê Kurdên li Ewropayê û Kurdistanê bûn. Zanist û lêkolînên ser Kurda û hwd. hatin niqaşkirin . Her wiha afirandina perspektîfan ji bo sazîbûna zanistî û nîşankirina rêyên efektîf ji bo tor bûnê hatin danîn. Bi vê civînê me bi keyfxweşî kevirê bingehîn ê  paşarojêde bi van aktorên girîng re torek ava bibe, danîn. Ser riya Emailê ev sazî wê nav tekîlîyede bin.
Hedefa ku me daniye peşiya xwe; torbûna Akedemîsyenên li zanîngehên Elmenya û di Saziyên Lêkolînê de cih digrin, torbûna komeleyên hûquqnasan û hevkarkirina Sazîyan e ku ser afirandina karên zanîstî ser Kurdan her wiha perwerdebûna Mamosteyên Kurd disekinin. Hevdîtina yekemin di  meha Çile de des pê dike.
 
Civîna sîyasetmedarên Kurd li Ewropayê
 

Bi hevparîya  HDP Ewropa û fraksîyona yekitîya çepgirên Ewrûpî/ çepê Kesk ê Bakûr,  di 8.12 li parlementoya ewropayê bi sîyasetmedaren Kurd re ku di nav partiyen siyasî de cih digrin, me civînek li darxist. Di civînê de, li ser mîsyonen sîyasetmedarên kurd û torbûnê ya li Ewrûpayê hate niqaşkirin. Parlementarê HDP Prof. Dr. Mithat Sancar, endamê komîtiya me yê şêwrê, nerînên girîng li ser torbûnê anî ziman. Ji bo karê torê komeke kordînasyonê hate avakirin.
 
Konferansa EUTCC li Parlementoya Ewropayê
 
Em îsal, bi endamên xwe re beştarî konferansa European Turkey Civic Commission (EUTCC)-  hevseroka me ji endame reveber a EUTCC yê- li parlementoya Ewropayê  bûn.

 
Em bûn mevanê parlementoya NRWê
 

Me di 4.12an de, bi Heike Wermer, berdevkê komîsyona integrasyonê CDU, û Björn Franken, endamê komîsyona integrasyonê yê  CDU re, hevdîtinek pek anî. 
 
PolitikArt bi zimanê Kurdî


Xebatê me li ser PolitikArt (pêva rojnama Yeni Özgür Politika) bi zimanê kurdî ber qedandinê ye. 
Atolyeya ser Koçberan
Di 7.10 de cara yekemîn bi zaningehekê re organîzasyonek, bi avayê hevpar pêk hat. Bi kursiya InZentIM û AG Migrations- und Ungleichheitsforschung  der Universität Duisburg-Essen me bi zanistan re li atolya koçberan li ser pirsgerekan, hêz û perspektîvên ji bo koçberên Kurd, nîqaş kir. Agahdarîyen fireh hûn dikarin ser rûpela me bibînin.
Xelata Rûmetê/ Teybet
Xelata Rûmetê ya yekemîn di 28.10 de ji bo xebatên zanistî a taybet û xebatên bi rûmet ji bo civata neferma me da Prof. Dr. Celile Celil (Dîrokzan û Kurdolog) û Prof. Dr. Noam Chomsky (Zimanzan û Konyugsiyonnas). Resepsîyona Xelatê bi avayê civakekî girtî, tevî mêvanên hatin vexwandin (ji siyaset, zanist û civakê) di 28.10an de bi hevpariya Rautenstrauch Joest Museumê, li Kolnê pêk hat.   

Em hêvî dikin ku hûn bibin endama/ê me û tevî xebaten me bibin.


Rêveberî


Em hevî dikin kû hûn bibin endame/a mê û tevî xebaten me bibin.

Reveberî