Newsletter 2018-1

Endamên heja,
Hevalên heja,

em keyfxweşî Newsletter a aktûel diweşînin.

+++ Civîna Rêveberiyê
Civînên me çarîka yekemîn ya 2018an, di 14.01 û 25.03ê de, pêk hat.

+++ Konferansa Kölnê
Konferansa vê salê bi hevparîya Volkshochschule Köln und Civaka Azad – Kurdisches Zentrum für Öffentlichkeitsarbeit e.V me konferansa xwe li dar xist. Ser mijara „Kurd bin sîya blindbûn û danîna şer li rojhilata navîn“ şareza rojhilata navîn û rojnamevan Ulrich Tilgner, sîyasetzan û Hevseroka Komela Mafên Mirovan Eren Keskin, Sîyasetzan Mahir Tokatli ji zanîngeha Bonnê, Civaknas Dilar Dirik ji zanîngeha Cambridgê, sîyasetzan Prof. Dr. Andreas Heinemann-Grüder, endamê konseya revebir ya KNK ê Adem Uzun her wiha huqûqnas û parlementarê HDPê Mithat Sancar. Pêşkeşvanê konferansa me rojnemevan Diana Hodali, sîyasetzan Rosa Burc û hevseroka me Dersim Dagdeviren.

+++ Konferansa Frankfurtê
Konferansa me ê sêmîn bi mijara „Komkujiyên li Rojhilata Navîn û perspektîfen ji bo hevhatinê“ di 14. 04.2018 an de li Saalbau Bockenheim Frankfurt wê pêk were.
Konferansa me bi hevpariya Heinrich Böll Stiftung (Weqf) û Navenda Kurd ji bo karê çapemeniyê Civaka Azad û bi alîkarîya Sebastian Cobler Stiftung(Weqf) Hessen pêk tê.
Axaftvanên me; dîrokzan Prof. Dr. Mihran Dabag, dîrokzan Mehmet Bayrak, dîrokzan Michael Knapp , Psîkolog Prof. Dr. Ian Ilhan Kizilhan û Hevseroka Şaredarîya Cîzirê Leyla Imret e

+++ Ger
Em bûn mevanê Akademîsyenên Kurd ê Hollanda ji bo danisandina tora me. Amsterdam bû di 24-25 Sibat ê de gera me yê yekemin ê vê salê. Hevdîtina me bi akademîsyenan re, e kû alaqaya mezin tora me rad an xuyandan,  adanî derbasbû. Hevdîtina dûemîn te bi di 28. Nîsan ê pêk were.

+++ Civîna nav xwe
Di 07. û 08.04 de em vek rêveberi bi çend endamên xwe re ji bo civîna nav xwe ten cem hev. Pevîste em ser çend projeyên nû hatine peşniyarkirin niqaş û giftigo bikin. Ji ber vê yekê, civîna nav xwe parçeyeka yekgirtî ya bernama me ya salê ye. Civîna dawî adanîya (efektîf) xwe merasîma xelata Taybet te da nîşandan.

+++ Networking bi sazîyen din ya akademîsyenên Kurd
Gor biryara Civîna Sazîyên Kurd en li Ewropa em bi Înstîtûya Kurdî Elmenya û bi yekîtîya mamosteyên Kurd li Ewropa civîyan û ser mijara dersên zimanê kurdî giftigo kir. Bi sazîyen akademîsyenên hûquqnasan ji hevdîtinek pêk hat. Di 9. Hezîran 2018 an de bi pêşniyara komala demokrasî û hûquqa navnetevî MAF-DAD ji kôlnê te konferansa hûquqnasan a Kurdîstanîyan li Ewropa pêk were.

+++ Zanîngeha Rojava
Tekîlîya yekemîn bi zanîngeha Rojava ava bû. Zanîngeha Rojava 500 kes bê pere û ezmûn beşa kîmya, kîmyê petrolê, wêje û ziman, hûner, cotkarî, perwerde, jinelojî. Biharê 500 kesêndin jî destpê bikin. Te zanîngehê dema nîzîk te atolye yek ser rola zanîngeha avakirina netevekî demokratîk pêk were. Em ji alê Zanîngeha Rojava hatin pirsandan; ji bo em ji perspektîfa ewropa ser vê mijarê ditîn û ramanê xwe bînin ziman û lekolîne li ser modela zanîngeha alternatif bikin. Bi rîya çend akademîsyenên Kurd em dikaribûn daxazîya zanîngehê pêk bînin. Ji bo alîkarîya zanîngehê em bi Zanîngeha Cardiff li Îngîlizstanê ketin tekîlîye. Tekîlîya me pevîste firehtir bibe.

+++ Efrîn
Daxûyanîyek hember erîşa dagirkerîya dewleta tirk ser Efrînê hat weşandin û me hember van erişan bi sîyasetmedarên partîya ê NRW ê  hevdîtîn pêk anî. Her wiha em beştarî civîna KNK ê bi sazî û partîyen Kurd re hember şerê li Efrîn bûn.

Em hêvî dikin ku hûn bibin endama/ê me û tevî xebaten me bibin.

Rêveberî