Newsletter-Q1-2021

Endamên hêja,Hevalên hêja,


Her weha vê salê her sê mehan nûçeya me heye.

Civînên Rêveberî Ev di vê çaryeka 9ê Sibatê û 18ê Adarê de pêk hatin.

Konferansa Bijîşkên Kurd û Komen ji Pîşeyên Elaqedar
Me li 16ê meha çilê konferansa bijîşk û komên eleqedar li dar xist. Nêzîkî 45 kes, bi pirjimarî bijîşkên ji welatên Ewropayê, tev de li ser sîstemên tenduristîyê yên li Kurdistanê û di vê derbarê de li ser pêwendiya alîkariya mirovî ya bi rewşa tenduristî sekinîn. Me bi rapirsîneke ligel beşdarvanan konferansa xwe da nirxandin. Me bi rapirsîneke ligel beşdarvanan konferansa bijîşkên kurd nirxand. Li gor encama tevahî konferans bi serkeftî bû û beşdarvan daxwazîya berdewamî anîn ziman. Amadekirina konferansa li dû di demeke nêzîk de dest pê dike.

Konferansa NRW
Konferansa me ya salî bi hevkariya Volkshochschule Köln û piştgirîya Civaka-Azad bin  navê “Tirkîye: Berdewamî, Şer û perspektîfên Kurdî” pêk hat. Civaknas Münevver Azizoğlu-Bazan, siyasetzan Alp Kayserilioğlu û parlamenterên kevin Nuran Imir û Ziya Pir bi pêşkeşiya siyasetzan Ismail Küpeli û Hevseroka me, li konferansê axivîn.

Sempozyûma li ser Yekîtiya Neteweyî

Sempozyûma bi sernavê “Ji parçebûnê ber bi Yekîtiyê ve: Zehmetî û vebijarkên li ber akademîsyenên Kurd” wê 17’ê Nîsana 2021’ê online pêk were. Heta 12’ê Nîsanê mirov dikare xwe ji bo beşdariyê bi e-mailê qeyd bike.

Cejna Zimanê Kurdî

Bi vê mebestê, em ê di 15ê Gulanê de, tevî Yekitiya Mamosteyên Kurd û Enstîtûya Kurdî  konferanseke hevpar li dar bixin. Herwiha di demeke nêz de em ê bernameya konferansê parve bikin.

Civîna giştî

Amedakariyên ji bo pêkanîna civîna online a bi dengdana dijîtal, ku dê 30’ê Gulanê de bê lidarxistin, qediyan.

Daxuyaniyên çapemeniyê Di vê çaryekê de me sê daxuyanî weşandin: di derbarê êrîşên çapemeniya tirk a li dijî konferansa me ya bijişkan de, di derbarê piştgiriya bi xwendekar û mamosteyan re û herî dawî di derbarê HDP de.

Silavên germ Rêveberî