Rehberî

Rehberî

Wekî Tora Akademîsyenên Kurd tevî endamên xwe yên ji gelek beşên pîşeyî tevî tecrûbe û ezmûnên pîşeyî, em ji xwe re wezîfe dizanin ku weke rêber destekê bidin xwendekar û perwendeyên nû yên zanîngehan ji bo destpêka pîşeyê ku dixwazin bikin. Nexasim jî di beşên mîna tib, hiqûq, mamostetî, zanistên civakî, pedagojî, zanistên siyasî, endezyariya mekîneyan, elektroteknîk û înformatîk (bernameçêkeriya kompûteran) em hez dikin weke kesên fikrdêr û rênîşandêr bi erka xwe rabin.

Em hemû akademîsyenan vedixwînin ku wekê rêberan (mentoran) angaje bibin.