Komên Xebatê

Komên xebatê
Yek ji stûnên karê me komên xebatê ne ku bala xwe didin ser aliyên tematîk ên cihê.

Koma xebatê ya zanistê:
Lêkolîna civaka Kurd li Ewrûpayê û Kurdistanê di astekê de ye ku li mirovan girtiye. Destpêkirin û destekkirina miameleyeke zanistî ya bi van mijaran re digihîje asta karê înstîtûyekê ku gavên pêşî bi rengê civînên pisporan û konferansan tên avêtin. Bi pisporên mijaran ên ku tên vexwendin hem mijarên siyasî yên elaqedarî çavkaniyê tên guftûgokirin hem jî aliyên koçberî û întegrasyonê tên minaqeşekirin. Karên kovara me Gerdûnê û her wiha weşana belgeyên civînên me yên pisporan û konferansan encamên karê vê koma xebatê ne.

Koma xebatê ya Projeyên Civakî:
Ev kom demeke dirêj ji doktorên tibê pêk dihat, bi karê jinûve avakirina Kobanê re bû xwedî formateke nû. Ew êdî wek hatina gel hev a akademîsyenan dikare bê dîtîn ku di nava gelek înîsiyatîfên ji nû ve avakirina Rojava (beriya her tiştî tibî, ekolojî û perwerde) cihê xwe digirin. Wekî din mijarên wekî şer, penaberî û trawma jî ji wan mijarên di rojeva vê koma xebatê de ne.

Koma xebatê ya Perwerdeyê:
Civaka Kurd a li Elmanyayê nexasim jî di mijara perwerdeyê de bi pirsgirêkên çareseriya wan giran re rûbirû ye, ji ber ku kêm pûte bi dîrok, çand û zimanê welatê wan tê dayîn û heta niha bi tenê tawîzên herî kêm ên sazûmanî hatine dayîn ji bo wan. Ji bo ku pirr kêm jî be ev şûna vê kêmasiyê bê dagirtin, me yekîneyên perwerdekirinê li ser mijarên siyaset, dîrok û tenduristiyê amade kirin. Ev yekîne ji bo karê perwerdekirinê yên li komeleyên Kurdan her hazir in.
Ji vê û wê de, hewldanên destpêkê ên hevkariyê çêbûn, hem ji bo palpiştiya dersa zimanê welêt ji bo kurdîaxêvan li dibistanan û hem jî ji bo destekkirina perwerdeya pêwist a mamosteyên zimên.

Koma xebatê ya Nûneriya Berjewendiyên Civakî-Siyas:
Ji bo piştgiriya beşdariya civakî-siyasî û nûneriya guncaw û maqûl a civaka Kurd hewl tê dayîn di nava struktur/avahiyên civakî-siyasî de cih bê girtin.