Xelata Zanistê ya Kurd-Akadê
Di sala 2017an de me cara yekemin di çarçoveya pêşwazîkirina xwe ya salê de, me xelata rûmetê ya taybet da gotarên zanistî û xebatên giranbiha yên civakî.
Niha jî em dixwazin xelata zanist û zanistên ciwan/nû lê zêde bikin. Radestkirina van xelatan wê di resepsiyona me ya îsal de pêk were.
Ev xelata bi taybet ji bo îlimdarên ciwan ên Kurd ku xebatên xwe yên zanistî bi serkeftî pêşxistine, hatiye fikrandin.
Ne tenê Kurd, ji netewên cûda jî zanyar ji bo vê xelatê tên hilbijartin,
Kesên ku ji bo xelata zanyarên ciwan tên hilbijartin, divê lîsansa xwe ya bingehîn bi dest xistibin. Dîsa kesên ji bo xelata zanistê tên hilbijartin, divê piştî teza xwe ya doktorayê, 2 sal ezmûna kar ber hev kiribin.
Divê kesên tên hilbijartin bi kinahî bîografiya xwe û sedema xwe ya tevlêbûnê, bi nivîskî
ji emaîla info@kurd-akad.com re bişinin. Deriyê me, ji kesên xwe bi xwe pêşniyar dikin re jî vekiriye.
Diroka dawî ya serlêdanê: 15. Îlon 2018
Komîteya Radestkirina Xelatê