Newsletter 2019-1

Endamên heja,
Hevalên heja,

em keyfxweşî Newsletter a aktûel diweşînin.

+++ Civîna Rêveberiyê

Civîna me ya rêveberîyê di 04.11.2018´de li Frankfurt pêk hat. Mijara mezin li ser Karê Perwerdehîyê bû. Herwiha civîne de ser mijarên Konferensên 2019´da, civînen hereman û ser atolya ramanan hate axaftin.

+++ Karê Perwerdehîye

Di 24.11.2018 de li Zanîngeha Duisburg-Essenê vekirina karê perverdehîyê pêk hat. Wê sempozyûme de Dr. Luqman Turgut, Dr. Sharo Garip, Dr. Veysi Dag, Dr. Ulrike Flader û Nilüfer Koc (KNK) li ser mijarên bingehîn wek“ Kurd li nava zanistî û lekolîne“ herwiha „ perspektifên akademîk ji bo azîtîya heremê. Piştre em derbasî resepsîyona me salî bûn. Li vir mazûban (mêvandar) Prof. Dr. Nicolle Pfaff ji Universität Duisburg-Essen, hevrêvebera karê perwerdehîyê Prof. Dr. Emra Ilgün-Birhimeoğlu, Parlamentarê berê ya HDP PD Dr. Ahmet Yıldırım û ser navê şêwirmendê zanistî ya karê perwerdehîyê Münevver Azizoglu-Bazan axivîn.

+++ Xelata Zanîstîyê ya Kurd-Akad

Bi vesîla vekirina karê perverdehîyê îsal cara yekemîn xelata zanîstî ya Kurd Akad hate dayîn. Me keyfxweşî û bi serbilindî ev xelat da, Kurdish Studies Network e kû salâne xebatên zanistî ser Kurdan, Kurdîstan û mijaren peve giradayî lidardixin û Dr. Ahmet Kara, zanistê compûter û karkerê zanistê ê zanîngeha Oxfordê.

+++ Konferansên 2019

Konferansên me di 19.01.2019 bi Sempozyûma me ya salî bi hevparîya Volkshochschule Köln û bi alîkarîya Civaka Azad û Rosa Luxemburg Stiftung bin nave “ Tirkîya nû û teşwiqkeran” te li Forum Volkshochschule am Neumarkt saet 13-18 de pêk were.
Di 26.01.2019 saet 13-17 de konferansa me „ Armanca Elmenya ji bo penaberan: Şer û Koçberî ji perspektîfa mînorîte li Rojhilata Navîn“ te li W3 – Werkstatt für internationale Kultur und Politik in Hamburg pêk were. Wê konferansê dîsa Rosa Luxemburg Stiftung û Civaka Azad te alîkar bin.

Li zanîngeha Bielefeldê, bi vesîla roja zimanê zikmakî ya nawnetewî ,di 23.02.2019 de saet 11:30 – 17:30 konferansa me bin navê „Zimanê zikmakî û pir ziman zanbûn: faktorên cûr bi cûr e qû tên xûyakirin, çetîneyên û şansen li ser zimanê zikmakî „ pêk were. Ew konferans te bi hevparîya Enstûtîya Kurdî û Yekîtîya Mamosteyan Kurd were lidarxistin.

Konferansa kevneşop ya Frankfurtê te li ser mijara“şerê li Rojhilata Navîn: modela alternatîfên paşarojê bi giredayîya perwerdê û guherendina civakê“ di 13.04.19 saet 13-17 li Saalbau Bockenheim in Frankfurt a.M. pêk were.

+++ Atolya LMU

Bi hevparîya Ludwigs-Maximilian Universität München- beşa tekîlînasî û navenda nawnetewî ji bo lekolîna entegrasyon û – koçberî ya Universität Duisburg-Essen di 20.10.18 de atolya me bi mijara „ Kurd û Gelemper (civak)“ pêk hat. Pisporên medya û zanistê ji her alî wê mijarê ronî kirin. Wek sala berê peşnîyarî ji bo atolye kî nû bi zanîngehek re derket holê.

+++ Atolya Ramanê ya Kurd Akad

Di 15.12.2018 de me atolya ramanê ye yekemîn li Bremenê lidarxist. Piştî nirxandina rewşa niha ser viîzyonan û perspektîfên paşaroje hate gifto kirin. Mijarên navendî, Desantralîzasyon, Perwerdehîyê Multîplîkatora (karê bingehî ji bo perwerdehîya- û civakakî dadyanê dimeşînin), firebûna komên xebatê û sazîbun bûn.

+++ Karê hevpar bi Zanîngeha Rojava

Koma Xebatê ji bo wê karê dû cara die 28.10 û 22.12 de li hev civîyan. Dîmenên Summer School (dibistana havînê) avakirin. Herwiha danûstandina zanistîyê pêk te.

+++ Civîna ji bo rûmetkirina Prof. Birkar li Londrayê

Bi vesîla xelata Fields-Medaille ji bo Mathematîkvanê Kurd Prof. Dr. Caucher Birkar di 13.10.2018 da li Londrayê civînek ser çetîneyên nav perwerdehîya bilind pêk hat. Endamekê Kurd Akad gotarek li ser perwerdehîya bilind li Bakurê Kurdîstan pêşkeş kir. Herwiha me peyama Zanîngeha Rojava jî li wê derê xwend.

+++ Gera Londra

Di 30.11 – 02.12.2018 em çûn Londrayê. Di 01.12.2018 de li SOAS e civînek bi Akademîsyenên Kurd û Akdemîsyenên pêve giredayî ya Brîtanya pêk hat. Em ji bo wê alakayên mezin pir keyfxweş bûn û hêvîdarin karên baş bi hevre lidarbixin.

+++ Konferans li Parlamentoya EwropaKonferenz im Europaparlament

Îsal 15. Konferansa Nawnetewî ya Kurd bi rîya EUTCC pêk hat. Di endamên rêveberîye ya Kurd Akad beştar bûn û nav xebatê rexistbûne de cîh girtin. Em niha ser broşûra konferanse dixebitin.

+++ Semînerê Soft Skills

Sala 2019 de jî emê semîneren xwe ji bo gîştî pêk bînin. Emê Belavokên xwe bi mijarên nû dema nîzîk te ji were bişînin.
 
Em hêvî dikin ku hûn bibin endama/ê me û tevî xebaten me bibin.
Reveberi