Newsletter Q2-2022

Endamên hêja,

Hevalên hêja,

em keyfxweşî Newsletter a aktûel diweşînin.

Silavên germ
Rêveberî

Civînên Rêveberî

Di vê çarê de, civîn di 11.04, 18.05, 21.06 û 25.06 de pêk hat.

Rêzecivînên me DIJ-nijadperestî xwebiHÊZkirin

– Gotûbêj “Cîherengî û Beşdarî: Tevlîbûna çalak di çarçoveya rêxistinên xweser ên koçberan de – Aliyên erênî û neyinî yên civîn û komunên heremî”, serokê Encûmena Federal a Koçberî û Entegrasyonê Memet Kılıç û Seroke Yekîtiya Malbatên jî Kurdistanê li Almanyayê Günay Darıcı     

– Semîner “Neteweperestiya tundraw a Tirk li Elmanyayê”, dîroknas û rojnamevan Dr. Nikolaus Brauns

– Semîner “Meşa Kurdan, serokê Kurdan û welatê Kurdan: Zimanê çapemeniyê fikran çêdike”, zanyarê siyasetê Dastan Jasim 

Hevdîtinên torê li ser Kurdolojî/Lêkolînên Kurdî li zanîngehêk

Di 13ê Gulanê 2022an me bi Enstîtûyên Kurd Bruksel, Almanya û Swîsreyê û her weha Komeleya Mamosteyên Kurd li Ewropa û Yekmal li ser mijara Lêkolînên Kurdî li Zanîngehan axivîn.

Şewirmendî

Me biryar da ku li ser mijara girîng a şewirmendiyê xebatê bimeşînen û Koma xebatê avakir. Vê yekê di 5ê, 25ê Nîsanê û 31ê Gulanê hevdîtin pêk hat.

Guftûgoha Instagramê

Di van sê mehan de me 4 hevdîtin kir. Mêvanên me ji înîsiyatîfa perwerdehiyê Ferhat Unvar, parlementer Gokay Akbulut, xwendekara doktorayê Şermîn Guven û ji Akademiya Muzîkê ya Cîhanê ya Mainzê Îlyas Isen û Cemîl Koçgirî bûn.

Bal li ser Zimanê dayikê ye

Em roja 10´ê Îlona 2022´yan bi psycholinguistic laboratories (Labaratuwarên Psîkolînguistîk) ên Zanîngeha Teknîk a Dortmundê çalakiyekê li ser babeta “Ziman û Nasname” bi rê ve dibin. Di demeke kurt de em ê agahiyên berferehtir bi we re parve bikin.