Newsletter Q3-2022
Endamên hêja,
Hevalên hêja,
em keyfxweşî Newsletter a aktûel diweşînin.
Silavên germ
Rêveberî
Civînên Rêveberî
Di vê çarê de, civîn di 30.08.22 de pêk hat.
Civîna nav xwe
Di nîvê Tîrmehê de, piştî navberek du salan ji ber pandemiyê, me dîsa konferansek girtî li dar xist. Vê yekê gelek îhtîmalên nû dane me, ku êdî divê di projeyên de werin cîbicîkirin.
Konferansa Lozanê
Bi wesîleya 99emîn salvegera peymana Lozanê, me 24ê Tîrmehê konferanseke online li dar xist. Axaftvanên konferansê Prof. Dr. Baskın Oran û doçentê Zanîngeha Rojava Dr. Ebdul Îlah Al Mustafa bûn. Birêz Oran li ser paşxaneya dîrokî ya peymanê axivî. Birêz Ebdul Îlah behsa bandorên peymanê li ser herêmê û bi taybetî li ser Kurdan kir.
Atolya Ramanan
Me di 3ê îlonê civîna rêveberîya berfireh li Frankfurt de, angorî pêşniyarên ji civîna navxwe, projeyên ji bo salên were giftigo kir.
Balkişandina ser Zimanê Zikmakî
Di 10.09 de bi hevkarîya psycholinguistic laboratories yan Zanîngeha Teknîkê ya Dortmund li ser mijara “Ziman û Nasname” Worldcafe yek pêk anî. Prof. Dr. Barbara Mertins ji psycholinguistic laboratories û hevseroka Enstîtuya Kurdî Hacire Genç bi gotarên xwe hêja beştar bûn.
Rêza hevpeyvînên “Kurdistan Aktuel”
Me navbera betlaneya havînê ya “Live-Talks”ên xwe yên li ser Instagramê bi rêya rêzeke hevpeyvînan li ser mijarên rojeva Kurdistanê telafî kir. Mirov dikare li hevpeyvînan binihêre/guhdarî bike li ser hesabên me yên medyaya dijîtal. Halê nivîsandî yê van hevpeyvînan li ser malpera me hatiye weşandin.
– Yilmaz Pêşkevin Kaba, pêşkeşvan jî Çira TV: Êzîdî û Şengal
– Adem Uzun, siyasetmedar, KNK: Geşedanên li Kurdistanê di çarçoveya heremî û navneteweyî de
– Kassem Taher Saleh, endame parlamentera Partiya Keskan li meclîsa federal a Elmanya: Bûyerên li Herêma Kurdistanê ya Iraqê & Siyaseta derve ya Elmanyayê
– Feleknas Uca, parlamenterê HDPê, Tirkîye: Bûyerên li Tirkîyeyê
– Christoph Wimmer, rojnamevan: Bûyerên li Rojavayê / AANES
Rêzecivînên me DIJ-nijadperestî xwebiHÊZkirin
Me bernameya nîvê destpêka salê li ser malpera xwe weşand.