Jin Jiyan Azadî
Jin Jiyan Azadî
Kuştina jina Kurd Jîna Amînî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve pêleke nû ya xwepêşandanan li dijî rejîmê da destpêkirin. Dewlet li hemberî kesên ku ji bo mafên xwe yên bingehîn derdikevin qadan, bi hovîtiyeke herî mezin tevdigere.
Pêşengtiya van çalakiyan bi diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” tê kirin, ku yekem car di sala 2006’an de ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ve li ser esasa paradîgmaya tevgera azadiyê ya ji bo azadiya jinê û wekheviya zayendan hatiye îlankirin.
Ev dirûşmeya ku niha li seranserê cîhanê bi serhildana li dijî baviksalarî û ji bo hevgirtinê radiweste, di çavên hemû hêzên paşverû de, Tirkiye jî di nav de, wek sitirî ye. Kuştina rojnameger û akademîsyen Nagîhan Akarsel, parêzvana mafên jinan û nûnera Jineolojiyê ya li Silêmaniyê ji aliyê dezgehên veşartî yên Tirk ve, divê di vê çarçoveyê de bê nirxandin.
Niha jî li gorî rêgezên pêşeng ên “Jin, Jiyan, Azadî” divê têkoşînên li cîhanê bi hev ve bên girêdan, da ku jiyan û azadî ji bo hemû gelan bibe rastî.
Rêveberî