Prof. Dr. Korur-Fincancı
Tirkiye û doza Prof. Dr. Korur-Fincancı: Mafên Mirovan di Zindanê de ne
Di 26.10.2022’yan de Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), pispora tiba edlî û herweha yek ji nivîskarên Protokola Stenbol’ê Dr. Şebnem Korur-Fincancı bi tawanbariya “propagandaya rêxistineke terorê” hat girtin. Beriya wê, birêz Korur-Fincancı banga lêpirsîneke di derbarê bikaranîna çekêm kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk kiribû, piştî ku wê dîmenên şervanên Kurd temaşe kiribû, ku tê de semptomên pêkan ên bi jehrî ketina kujer a ji ber bikaranîna madeyên kîmyewî dihatin dîtin.
Di demên buhurî de jî, him Prof. Korur-Fincancı, ku di sala 2016’an de hêjayî Xelata Aştiyê ya Aachen’ê (Aachener Friedenspreis) hatibû dîtin, him jî Odeya Bijîşkên Tirk bûbûn hedafa dewleta Tirk. Serokkomar Erdoğan niha gefa girtinê li Odeya Bijîşkan dixwe. Qanûnên Dij-Terorê her car ji bo çewisandina parêzvanên mafên mirovan û dezgehên rexnegîr tên bi kar anîn.
Bi boneya Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan, em dixwazin bi rêya çalakiyekê piştgiriya xwe ya ji bo Prof. Korur-Fincancı bînin ziman û herweha di warê mafên mirovan û huqûqa navnetewî de ji nêz ve awirekê vedin ser rewşa li Tirkiye’yê.
20’ê Kanûnê 2022 | Saet 19:00 | Li ser Zoom
Axaftvan:
>Eren Keskin, Xelatgîra sala 2004’an, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan- IHD, Tirkiye
>Prof. Dr. Frank Ulrich Montgomery, Serokê Yekitiya Bijîşkên Cîhanê
>Dersim Dağdeviren, Bijîşk, Hevseroka Kurd-Akad
Moderasyon: Uta Kempen & Denis Dreisbusch, Aachener Friedenspreis
Te wergerandine hevdemî bi Kurdî û Almanî hebe.
Navnivîsî heta 18.12.2022 bi ser info@kurd-akad.com
Çalakiyeke hevkariyê ya:
Tora Akademîsyenên Kurd
(Komeleya Xelata Aştiyê ya Aachen’ê