
Plana çalakî û bangwazî hember şerê Tirkîye li Rojava/Bakûrê Sûrîyê
Hevalên hêja,
Hefteya borî me ji raya giştî ya navneteweyî re li ser êrişa Tirkîye hember Rojava me daxuyanîyek da. Ev banga me taybet ji bo akademîsyen û zanyarane.
Bûyerên li Rojava bandoriya me hemûyan dike. Bi qiymetîyek mezin û mînet me her tim pesnê vê modêla civakek ku bi pirrengî, demokrasî, wekheviya zayendî û ekolojî saz kiriye dikir.. Ya ku rastî êrîşê tê ev modelê.
Em wek akademîsyen li vir berpirsiyarin. Naha girîng e ku em pîşe (profesyon) û jêhatîyên xwe bêtir bikar bînin da ku em Rojava xurtir bikin.
– Kampanya meya îmzekirina „Zanyar û akademîsyenên li dijî şerê li bakurê Sûriye / Rojava“ heta 30.10.2019 îmze bikin (text li jêr): info@kurd-akad.com
– Heta 30.10.19 ji bo Rojava gotarek kurt (1500 herf; Ingilîzî, Kurdî an jî Almanî) binivîsin. Em ê van gotaran kombikin û bi hev re weşînin . Di wê de, hûn dikarin nerazîbûna xwe îfade bikin, nirxandina polîtîk ya bûyeran binivsînin, daxwazan pêk bînin, modela Rojava şirove bikin.
– Bi organîzekirina semînerek li ser vê mijarê li zanîngeha, piştgiriyê bi de rojên çalakîyan di navbera 11-14. Mijdarê „Zanyar û akademîsyenên li dijî şerê li Rojava“.
– Ger we gotarên zanistî yên têkildarî bi vê mijarê nivîsandine, ji kerema xwe wê dîsa weşînin. Em ê kêfxweş bibin ku kopiyek an girêdanek bistînin.
– Ji rojnameyên herêmî û neteweyî re nameyan binivîsînin. Ji bo medyayê bibin kesê têkiliyê.
– Jêhatî û zanebûna xwe ya medya civakî ji bo helwestên me û ronîkirina reya gîstî bi kar bînin.
– Herin li ser dana Parlementerên Ewropî û Parlementa netevî e ku nûnera herama we ne.
Zanyar û akademîsyenên li dijî şerê li bakurê Sûriye / Rojava
Artêşa Tirkiyê careke din êrişê bakurê Sûriyê / Rojava kir. Ev dorpêça leşkerî hiqûqa navneteweyî binpê dike û karesatek mirovahî pêk tîne. Bi sed hezaran mirov mala xwe berdan û ser rîyanin, bi sed hezaran sivîl jîyane xwe ji dest dane. Wekî din,Daeş xwe ji nu ve xurt dike. Bi sedan şervanên Daeşê ji girtîgehan revîyan. Erîşên terorîstî yên berê dide xuyakirin, ev êriş ji bo rojava Cîhanê, taybet ji bo Ewrûpa xetereyek mezine.
Rojhilata Navîn, ku bi dehsalan ji hêla şerê xetên nakokî yên etnîkî û olî ve tê nîşankirin, êdî hewceyî bêaramîkirinek din tineye. Aktorên demokrat ên li herêmê bilez hewceyê piştgiriya me ne.
Em, zanyar û akademîsyen, ji ber vê yekê daxwazîya:
– dawîkirina zû ya êrîşa leşkerî
– avakirina herêmek bê firoke li ser bakurê Sûriyê
– rawestîna yekser şandina hemî çekan ji bo Tirkiyê
– dawîkirina Peymana Penaberan EU-Tirkiye
- Tora akademîsyenên Kurdên Elmanya, Brîtanya Mezin û Swîsre
- Prof. Dr. Caucher Birkar, Awardee of Fields Medal 2018, University of Cambridge, United Kingdom
- Prof. Dr. Joost Jongerden, University of Wageningen, Netherlands
- Prof. Dr. Dr. Ian Ilhan Kizilhan, Director of the Institute for Genocide and Peace Research, Germany
- Prof. Dr. Michael Meyen, LMU Munich, Germany
- Prof. Dr. Norman Paech, Hamburg, Germany
- Dr. Bahman Rostami-Tabar, Cardiff University, UK
- Prof. Dr. Kariane Westrheim, University of Bergen, Norway
