Newsletter Q4-2022
Endamên hêja,
Hevalên hêja,
em keyfxweşî Newsletter a aktûel diweşînin.
Silavên germ
Rêveberî
Civînên Rêveberî
Di vê çarê de, civîn di 02.11 û 18.12.22 de pêk hat.
2. Konferansa Bijîşkên Kurd û Komên Pîşeyên Elaqedar
Konferansa me li 15. cotmehê li bajarê Kolnê hatî lidarxistin. Mijarên me pandemiya Covid-19, tenduristî û diyaspora, tiba zayendî û her wiha nexweşiyên dilê bûn. Me bi weşaneke zindî li anjiyokirinê ji Rojava temaşe kir.
Civînên hêkîman di çarçoveya çekên kîmyewî û Prof. Şebnem Korur-Fincancı
Pişti wêneyên şervanên kurd hatin weşandin, hêkîmên me her du hefte carek bi hevalên ji Komîteya Tenduristiya KCDK-E re hevdîtin dikin. Me gelek daxuyanîyê rêxistin û odeya hêkîman û sendîkayên hêkîman teşwiq kirin. Hevdîtin bi rayedarên siyasî jî li ser rojeva me ye. Kampanya kertpostal ji bo Prof. Korur-Fincancı jî dimeşe.
Çekên kîmyewî û sîstematîka şer li Kurdistanê
Di 8’ê Mijdarê de bi Civaka Azad re panelek li ser înternetê hate lidarxistin. Axaftvanên panelê Dr. Beppe Savary-Borioli, Dr. Jan van Aken û hevserokên me.
Hevkariya bi Xelata Aştiyê ya Aachen re
Di 20’ê Kanûnê de paneleke online ya bi navê ‘Tirkiye û doza Prof. Korur-Fincancı: Mafên Mirovan di Zindanê de ne’ pêk hat. Eren Keskin, Prof. Frank Ulrich Montgomery û hevseroka me axivîn.
Rêzecivînên me DIJ-nijadperestî xwebiHÊZkirin
19.10: Dînamîkên tundrawbûna Îslamî li Elmanyayê – Jannik von Lautz
22.11: Deradîkalbûn: têgîn, zanebûn, ragihandin – Prof. Dr. Jan İlhan Kızılhan
14.12: Rexneya li nijadperstiyê di warên pedagojîk de – Prof. Dr. Emra İlgün-Birhimeoğlu
21.12: Ji dewletbûnê û wê de demokrasî – Dr. Dilar Dirik
Science Café
Forma nû ya civînên me: Kurd-Akad Science Café – Zanist û pratîk tên cem hev: ji nakokiyan heta riyên çareseriyan. Em pirsgirêkên mezin di komên piçûk de nîqaş dikin. Ramanên cuda tên pêşberî hev. Nîqaşên balkêş derdikevin holê û nêzîkatiyên çareseriyê têne afirandin.
Em bi siyasetmedar Adem Uzun und zanyarê siyasî Dr. Veysi Dağ re li ser ‘Civaka Kurd li derweyê Kurdistan: Dîyaspora – Pirsgirêk vs. Perspektîf’ axivîn.
Civîna giştî ya Înstîtut û Saziyên Akademîk ên li Ewropayê
Roja 12.12. civîna giştî ya çarem a înstîtut û saziyên akademîk ên li Ewropayê bi awayekî online pêk hat.
Bernameya fînansekirinê ji bo weşandina teza doktorayekê
Vê sezonê, Dr. Sakar Saber İbrahim fona Kurd-Akad a ji bo çapkirina teza doktorayê stend. Pîroz be!
Xelata Zanistî û Xelata Zanistên Ciwan
Xelata Zanistên Ciwan ji xxx te hilbigre. Dr. Mehmet Gündüz ji @ruhrunibochum jî te Xelata Zanist hilbigre. Pîroz be!
Gotûbêjên li ser Instagramê
11.10 Dema çayvexwarinê bi Kerem Scharmberger re
23.10 Axaftina zindî bi birêz Dr. Beppe Savary-Borioli, li ser rapora IPPNW ya derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve
31.10 Zindîsohbet bi Dr. Serdar Saadî re, li ser geşedanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê
20.11 Sohbeta bi çayvexwarinê bi Hasan Huseyin Talaz û Bahzad Sulajman re
23.11 Axaftina zindî bi Parlamenterê Parlenmentoya Awropayê (PA) Andreas Schieder re, li ser êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava û Herêma Kurdistana Iraqê.
29.11 Nûçeyên zindî di derbar geşedanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bi Aso Kemalî re