Civîna çapemeniyê-Berlin

Akademisyen û mirovên zana ên Ewropî: Dawî li dagirkeriya li Rojava bînin

Civîna çapemeniyê ya ku li Konferansa Çapemeniyê ya Federal pêk hat Hevseroka Yekîtiya Akademîsyenên Kurd (KURD-AKAD) a Elmanya Dersim Dagdevîren, ji kesên îmze kirin Seroka Komîsyona Welatiyên Tirkiye ya Yekîtiya Ewropa (EUTCC) Prof. Karîane Wastrheîm û parlementera Partiya Çep a Federal Gokay Akbûlût amade bûn.

Encamên kampanyaya ku li Elmanya, Îngîltere û Swîsre ku 150 mirovên zana û akademîsyen tevlî bûn, li Berlînê bi civîneke çapemeniyê hate eşkerekirin. Akademîsyenan li dijî dagirkeriyê daxwazên xwe bi çar sernavan diyar kirin.

Zanyar û akademîsyenên li dijî şerê li bakurê Sûriye / Rojava

Artêşa Tirkiyê careke din êrişê bakurê Sûriyê / Rojava kir. Ev dorpêça leşkerî hiqûqa navneteweyî binpê dike û karesatek mirovahî pêk tîne. Bi sed hezaran mirov mala xwe berdan û ser rîyanin, bi sed hezaran sivîl jîyane xwe ji dest dane. Wekî din,Daeş xwe ji nu ve xurt dike. Bi sedan şervanên Daeşê ji girtîgehan revîyan. Erîşên terorîstî yên berê dide xuyakirin, ev êriş ji bo rojava Cîhanê, taybet ji bo Ewrûpa xetereyek mezine.

Rojhilata Navîn, ku bi dehsalan ji hêla şerê xetên nakokî yên etnîkî û olî ve tê nîşankirin, êdî hewceyî bêaramîkirinek din tineye. Aktorên demokrat ên li herêmê bilez hewceyê piştgiriya me ne.

Em, zanyar û akademîsyen, ji ber vê yekê daxwazîya:

– dawîkirina zû ya êrîşa leşkerî
– avakirina herêmek bê firoke li ser bakurê Sûriyê
– rawestîna yekser şandina hemî çekan ji bo Tirkiyê
– dawîkirina Peymana Penaberan EU-Tirkiye

Tora akademîsyenên Kurdên Elmanya, Brîtanya Mezin û Swîsre
Prof. Dr. Caucher Birkar, Awardee of Fields Medal 2018, University of Cambridge, United Kingdom
Prof. Dr. Joost Jongerden, University of Wageningen, Netherlands
Prof. Dr. Dr. Ian Ilhan Kizilhan, Director of the Institute for Genocide and Peace Research, Germany
Prof. Dr. Michael Meyen, LMU Munich, Germany
Prof. Dr. Norman Paech, Hamburg, Germany
Dr. Bahman Rostami-Tabar, Cardiff University, UK
Prof. Dr. Kariane Westrheim, University of Bergen, Norway

…..