Hilbijartinên Tirkiyê 2023

Li Tirkiyê di 14ê Gulanê de hilbijartinên parlamento û serokomariyê tên kirin. 100 sal piştî damezrandina komarê, welat dê di navbera totalîtarîzmê û stratejiya derketina komara demokratîk de hilbijartinê bike.

Koalîsyona MHP û AKP’ê ya di bin serokatiya Erdogan de wê hemû mekanîzmayan, bi taybetî jî şer û kaosê, ji bo mayîndekirina desthilatdariyê seferber bike, weke ku bi pêla girtinên nû jî nîşan da. Di vê çarçoveyê de divê behsa agirbesta PKK’ê ya yekalî ya ku piştî erdhejê hat ragihandin û heta hilbijartinan hat dirêjkirin, bê kirin.

Gelo mixalifet te dikari be pêşi biserketinekê din ya Erdogan li hilbijartinê bigre.  

HDP di parlamena Tirkiyê de hêza duyemîn mezin e di nava muxalefetê de. Wê ji bo hilbijartina serokkomariyê ya 14’ê Gulanê, helwêsta xwe eşkere zelal kir û namzet nîşan neda. Di hilbijartina giştî de jî ji ber tehlûkeya qedexekirina HDP’ê, ew di lîsteya Partiya Çep a Kesk de namzetan nîşan dide. Bi bernameya xwe, tifaqa wê ya Ked û Azadiyê ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û pirreng helwêstên pêwîst nîşan dide. Kotaya bilind a jinan a di lîsteya wê de – ji 41 li rêzên ku dikarin bên hilbijartin – nîşan dide ku komeke parlamenê a xurt a Partiya Çep a Kesk heyatî ye.

Wekî Kurd-AKAD, em bang li hemû helbijêran dikin ku deng nedin Erdogan û di heman demê de Partîya Çepên Kesk xurt bikin û hilbijêrin.