Newsletter Q2-2023

Endamên hêja,

Hevalên hêja,

em keyfxweşî Newsletter a aktûel diweşînin.

Li gel silavên germ 

Rêveberîya Kurd-Akad

Civînên Rêveberî

Civîna me ya rêveberîyê di 03.04 û 03.05.23´de pêk hat.

Komxebata bi hevkariya bi Weqfa Amadeu Antonio 

Komxebata bi hevkariya bi Weqfa Amadeu Antonio re 01.04.2023’yan li Frankfurt am Mainê bi rê ve çû bi sernavê “Du caran nexuya: Nijadperestiya di nava koçberan de li Elmanyayê û rastgiriya rêxistinbûyî ya Tirk”. Kitêba encama vê komxebatê wê ber bi dawiya salê ve bê weşandin.

Şêwirmendiya zanistî 

Lijneya me ya şêwirmendiya zanistî cara yekem civiya. Ji bo xebatên pêşerojê gelek nêrînên erênî û pêşniyarên dewlemend derketin pêş. 

Konferansa Network for an Alternative Quest 

Serokatiya Zanîngeha Hambûrgê li ser pêşniyara Daîreya Parastina Destûra Bingehîn, qada konferansa “Dijberiya Modernîteya Kapîtalîst IV” ya ku di dawiya hefteya Paskalyayê de dê pêk bê, paşve kişand. Bi saya xwerêxistinkirina baş û tevneke berfireh a hevgirtinê, konferans dîsa jî pêk hat.

Konferansa erdhejiyê 

Komxebata bijîşkan bi hevkariya Derûnnasî û Pizîşkên Kurd li 30.04.2023ê konferanseke bi sernava ‘Erdhejiya li Kurdistan, Sûriye û Tirkiye – Trawmaya domdar, diyaspora û pêşîlêgirtin’ bi cih anî. 

Medyaya Civakî

Rêza Dema Çayê yên Instagram Live bi civaka Kurd-Akad re dewam kir. Rêza me niha dikeve navbereka havînê ya du mehan.  

Bi munasebeta hilbijartinên li Tirkiyeyê, li ser Twîtterspace jî pêk hat.

Daxuyaniya Çapemeniyê 

Kurd-Akad têkildarî hilbijartinan daxuyaniyek amade kir û bang li hemû hilbijêran kir ku dengê xwe nedin Erdogan û di heman demê de Partiya Çep a Keskan xurt bike.

Civîna enstitu û saziyên akademîk ên kurdî

Rojên 03. & 04..06.2023 pêncemîn civîna têkilîdanînê li Brukselê pêk hat. Mijara sereke ya civînê ‘Diyaspora, Dîpmomasî û Kurd’ bû.