Newsletter Q3-2023
Endamên hêja,
Hevalên hêja,
em keyfxweşî Newsletter a aktûel diweşînin.
Li gel silavên germ
Rêveberîya Kurd-Akad
Civînên Rêveberî
Civîna me ya rêveberîyê di 18.07.2023´de pêk hat.
Sempozyûma Lekolîna Zayend pergî Jineolojî dibe llI
Sempozyûma Lekolîna Zayend pergî Jineolojî dibe lIl di 18.02.2022an de bi hevkarîya Navenda Cornelia Goethe – Zanîngeha Frankfurt, Navenda Lekolîna Zayend û Zanîngeha Emden/Leer hate lidar xistin.
Komxebata bijîşkan
Komxebata bijîşkan di mehên havînê de ji bo konferansa bijîşkên kurd û komên pîşeyên eleqedar, ku dê di 21ê cotmeha 2023an li bajarê Kolnê pêk were, civiyan. Di heman demê de komxebata me li ser projeyek navdîsîplîn xebitî, ku em ê di demek pêş de eşkere bikin.
Komaxebata ya psîkolog û psîkoterapîstan
Ev koma xebatê di vê çarîk de jî du caran hev civiya. Hevdîtinên bi rêk û pêk niha tên plankirin. Ji bo dema pêş mebesta komê dîsa projeya navdîsîplîn be.
Konferansa Lozanê
Îsal jî bernameyeke online di derbarê konferansa Lozanê de pêk hat. Prof. Ass. Nilay Özok-Gündoğan ji Zanîngeha Florida û parlamenterê berê yê HDPê Hişyar Özsoy li ser dîrok û paşeroja peymanê axivîn. Endamên tora me tevlî konferansa li Lozanê jî bûn ku rojên 22.-23.09.2023 li Lozanê pêk hat.
Medyaya civakî
Îsal jî di betlaneya havînê de ji bo Tea Time Live Talks li ser Instagramê çend hevpeyvîn li ser pêşketinên li Kurdistanê hatin kirin.