Daxuyaniya çapemeniyê

Daxuyaniya çapemeniyê ya li ser nûçeyên di çapemeniya Tirk de têkildarî konferansa me ya bijîşkên Kurd û komên pîşeyên eleqadar.

Di 16 Çile 2021 de, wekî tora akademîsyenên Kurd, emê konferansek bi bijîşkên Kurd û komên pîşeyên eleqadar li dar bixin. Ji bilî Covid-19, mijar pergalên tenduristiyê ya li Kurdistanê, pirsgirêkên taybetî ya diyasporayê û alîkariya mirovî ne. Çend hefte berê me bernama vê konferansê weşand.

Di 5ê Kanûnê 2020an de, medya Tirk bi rûreşiya adetî vê konferansê bi terorîzmê sernav kir. Ji bilî komeleya me wekî saziya rêxistinê – di gotaran de navê hevseroka me jî hate binavkirin – axaftvan Halis Yerlikaya, bijîşk li Amadê û endamê komîteya navendî ya Komeleya Bijîşkên Tirk rastî erîşên hovane ya medya Tirk bûn. Birêz Yerlikaya, ji mêj ve di bin çavê tifaqa AKP-MHPê ya di bin serokwezîr Erdogan de ye: ji aliyekê ve, ji ber rexnekirina stratejiya pandemiya hikûmetê, ku ji hêla WHO ve jî tê rexne kirin, û, ji aliyek din ve, ji ber helwesta li dijî şer.

Piştî ku Komeleya Bijîşkan li dijî binpêkirina neqanûnî ya artêşa Tirk li ser Efrîn / Bakurê Sûriyê, di 2018an de deklerasyonek bi sernavê „şer pirsgirêkek tenduristiya giştî ye“ weşand, 11 endamên Komîteya Navendî hatin girtin û hindekayî 1,8 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Di 20ê Kanûnê 2020an de, Dr. Şeyhmus Gökalp, endamê endamê rûmetê ya Komeleya Bijîşkên Tirk, bi tawana terorê hate girtin.

Di van demên dawî de hate zanîn ku, li Tirkiyê her dengê rexnegir wekî terorîst tê binavkirin. Em vê rûreşiyê di dijwarî şermezar dikin. Wek Kurd-Akad – taybetî dema pandemîya corona- wekî wezîfeya xwe dibînin ku pirsgirêkên siyaseta tenduristî û tenduristiyê têxin rojevê.

Wekî Komeleya Qeydkirî ya Tora Akademîsyenên Kurd a sala 2009’an hatä damezrandin, armanca me ya dayîzanîn e ku em perwendeyên zanîngehan û akademîsyenan bigihînin hev di nava torekê de. Bi rêya hatina cem hev a pîşe û pisporiyan ku encama vê torê ye, ne bi tenê meydaneke danûstandinê ji bo akademîsyenan ava dibe, her wiha ji bo civaka Kurd jî efektên girîng ên sînerjiyê derdikevin holê. Lewma, ji armancan e ku daxwazên Kurdan ên li Kurdistan û Ewrûpayê li meydanên civakî, çandî û siyasî di asta akademîk de jî bên îfadekirin.

Ji bilî xurtkirina nûneriyeke berjewendiyan a civakî-siyasî, bipêşvebirina miameleya zanistî ya bi mijarên Kurd û Kurdistanê re prensîpeke girîng a xebata me ye. Em perwerdeyê wekî milkê herî biqîmet ê civakekê û kilîta jiyaneke xweser/çarenûsa-xwe-diyarker dibînin, ji ber wê jî, bi ya me pêwistiyek e ku potensiyala perwerdeyê di nava civaka Kurd de bê teşwîqkirin. Di çarçoveya berfirehkirina torê de bi rêxistin û saziyên din re kar û xebatên hevpar parçeyeke girîng a xebatên me ye. Em dikarin Komîsyona EU Turkey EUTCC, Weqfa Rosa Luxemburg, Weqfa Heinrich Böll, Weqfa Bîranîn, Berpirsiyarî û Pêşeroj, Komeleya Mafê Mirovan a Tirkiye-Almanya, Zanîngeha Duisburg-Essenê, Zanîngeha Bochumê, Zanîngeha Emden/Leer û Zanîngeha Munchenê wek sazî û rêxistinên hevkar binav bikin. Di çarçoveya Konferansa li Parlamentoya Ewropayê bi partiyên Sosyal-Demokrat, Kesk û Çepan jî kar û xebatên hevpar hatin meşandin.

Hûn dikarin di derbarê xebatên me de agahiyên berfireh li ser malpera me www.kurd-akad.com bibînin.

Silavên germ
Rêveberî