Newsletter Q2-2024

Endamên hêja,

Hevalên hêja,

em keyfxweşî Newsletter a aktûel diweşînin.

Li gel silavên germ 

Rêveberîya Kurd-Akad

Civînên Rêveberî

Civîna me ya rêveberîyê di 30.04, 18.05 û 12.06.2024 pêk hat.

Pirtûk

Pirtûka me bi navê ‘Dubare nexuyayî: Nijadperestiya di nava koçberan de li dijî koçberan û rastgiriya Tirk a rêxistinkirî’ derket. Danasîna pirtûkê di 9ê Hezîranê 2024an de li Şanoya Gorkî li Berlînê pêk hat. Rêza podcastê ji bo hemû beşên jî dest pê kir. 

Panel

Di 16ê Nîsana 2024an de, paneleke onlîne bi navê “Herêma Kurdistanê li Iraqê weke Mekanê Biryarê: Bandorên cîhanî, nakokiyên herêmî û perspektîfên siberojê” hat lidarxistin. Zanyarê Siyasî Dastan Jasim, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlûfer Koç, Parlamenterê berê yê Parlamentoya Ewropayê Jürgen Klute û Wezîrê Dadê û Karên Navxweyî yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson axivîn. Panel li ser kanala me ya YouTubê heye.

Desteya şêwra zanistî

Roja 29.04.2024’an Desteya me ya Şêwra Zanistî civiya. Ji bo karê tevna me Kurd-Akadê gelek handan û hizrên nû derketin holê.

Çalakiya diyalogê bi zanîngehên Rojava re

Roja 16.05.2024’an çalakiyek bi hevkariya Center for Solidarity and Cooperation with Alternative Universities (Navenda Piştgirî û Hevkariya bi Zanîngehên Alternatîf re) û zanîngehên Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî online bi rê ve çû. Em îşaret dikin bi sernavê ‘Akademî û Çalakbûn: Gelo bi hev re nabin?’ Civîn û rûniştinên ji bo avakirin û berfirehkirina hevkariyê wê dewam bikin.

Podcast

Rêzeya podcastê ya taybet bi mijara yekem det pê kir. Tomarkirina rezêfîlmeke din jî dest pê kir. 

Medyaya civakî

Hevdîtinên Înstagrama Zindî yên Tea Time û Edition Rojava berdewam kirin. Di hefteyên pêş de te her du format bikevin betlaneya havînê. Ev te bibe rêzeya hevpeyivîna havînê ya salane.