Newsletter Q1-2025

Endamên hêja,

Hevalên hêja,

em keyfxweşî Newsletter a aktûel diweşînin.

Li gel silavên germ 

Rêveberîya Kurd-Akad

Civînên Rêveberî

Civîna me ya rêveberîyê di 31.01 û 03.03.2025 pêk hat.

Penela li ser Sûriye û Rojava

Me roja 16.01.2025 paneleke online li ser “Nîzama nû li Rojhilata Navîn: Tevgerên bi nakokî, hewldanên hegemonîk û perspektîfên çareseriyê” li dar xist. Di panelê de Dr. Salim Çevik, ji Weqfa Zanist û Siyasetê, Sinam Mohamad, nûnera Meclîsa Demokratîk a Sûriyê li Amerîkaye, û Prof. Hamit Bozarslan, ji EHESS Paris, axivîn.

Konferansa North Rhine-Westphalia

Konferansa salane di 25ê Çileya 2025an de bi hevkariya Volkshochschule (Navenda Perwerdehiya Mezinan) a Kolnê û bi piştgiriya Civaka Azad pêk hat. Lîza Koç, Civan Akbulut, Parthena Iordanidou û Ilyas Uyar bi mijara 

„Dubare nexuyayî: Nijadperestiya di nava koçberan de li dijî koçberan û rastgiriya Tirk a rêxistinkirî“ ders dan.

Roja Navneteweyî ya Jin û Keçan di zanistê de

Bi mebesta roja navneteweyî ya jin û keçan di zanistê de, me xwediyên xelata zanist û zanyarên ciwan, Dr. Şîlan Fuad Husên ji Brîtanyaya Mezin û Sorgul Selam ji zanîngeha Rojava pêşwazî kir. Münevver Azizoglu-Bazan li ser mijarê pêşgotinek kir.

Hevkariya bi zanîngehên li Rojava re 

20’ê Sibata 2025’an bi awayekî online sîmpoziyûma bi navê “Dekolonîzekirina zanîn û zanistê. Şikandina tecrîdê û piştgiriya bi zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê / Rojava re” bi rê ve çû. Sîmpoziyûm encama civînên bi rêkûpêk ên Komên Xebatê bû, yên ku beriya sîmpoziyûmê li ser mijarên qebûla navneteweyî, lêkolîn, wergera berhemên zanistî û hevkariya dersdanê hatibûn damezirandin. Danezaneke endamê aliyên sereke bi kurtî îfade kirin.

Rêzeya podcastê ya nû

Me rêzeya podkasta nû ya bi sernavê “Riya dijwar a aştiyê: Dersên ji Îmralî’yê” derxist. Em bi siyasetmedarê Kurd Adem Uzun re, di vê çarçoveyê de bi hewldanên Abdullah Ocalan û tevgera azadiya Kurd ji bo aştî û civaka demokratîk ji salên 1990’an û vir ve dinirxînin.

Semînerên Soft Skills

Di vê çaryekê de sê semîner hatin lidarxistin. Semîner di encama hevkariyek bi Navenda Têkiliyên Giştî ya Kurd Civaka Azad re pêk tê.

Dîplomasîya Alternatîf

Saziya me ya perwerdehiyê li ser mijara dîplomasî rêzek nû ya semîneran dest pê kir.