Piştgirî bi Boğaziçi re

Piştgirî bi Boğaziçi re

Tayînkirina endamê AKPê Melih Bulu wek rektorê Zanîngeha Boğaziçi ji hêla Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ve, ji alê xwendekar û mamosteyan bû sedema nerazîbûnan. Polîs bi dijwarî erîş bir ser xwepêşanderên aştîxwaz û bi sedan xwendekar hatin girtin. Serokwezîr, wezîrê wî yê hundur û serokê hevkarê koalîsyonê MHPê, Devlet Bahçeli, xwepêşanderan wekî terorîst binav dike.

Ev ne cara yekemê ku Serokkomar û koalîsyona hikûmetê ya AKP û MHP xwendekar û akademîsyenan dike hedef. Bi qanûnên awarte, ê ku piştî teşebûsa darbeyê ya di 2016an de hat derxistin, bi hezaran akademîsyen, di nav wan de yên di wezîfeyên rêveberiyê de bûn, ji kar hatin derxistin. Her wiha divê behsa zordestiya li dijî akademîsyenan, ê ku xwe di Çile 2016 de bi banga aştiyê ya li dijî şerê dewleta Tirk a li hember gelê Kurd bi cih kirin, were kirin. Hema bêje hemû kesên ku îmze avêtin ji kar hatin derxistin, bi dehan kes hatin girtin û cezayên girtîgehê dan wan.

Em êrîşên dewletê yên li dijî xwendekar û akademîsyenan şermezar dikin. Piştgirîya me ji kesên ku ji bo serxwebûna zanistê radibin re ye. Zanist tenê û tenê bi rastiyê re girêdayî ye.

Tora Akademîsyenên Kurd