Newsletter Q1-2026

Endamên hêja,
Hevalên hêja,

em keyfxweşî Newsletter a aktûel diweşînin.

Li gel silavên germ
Rêveberîya Kurd-Akad

Civînên rêveberî
Civîna me ya rêveberîyê di 05.01, 11.02 û 15.03.2026 pêk hat.

Civîna gişti
Di 21ê Sibata 2026an de, me Civîna Giştî bi endamên xwe li dar xist û rêveberiyek nû hilbijart.

Konferansa bijîşkên Kurd
Di 10.01.2025 de li Köln Konferansa 5emîn a Bijîşkên Kurd bi mijara aşîtî û tenduristiyê hate lidarxistin.

Çalakiya desteya koordînasyonê
Desteya koordînasyonê ya enstituyên Kurdî û rêxistinên akademîk bi boneya roja cihanî ya zimanê dayîkê yekemîn panela xwe ya bi serenavê “Zimanê Aştiyê, Mafê Zimên” li dar xist.

Kampanyaya îmzeyan ji bo Rojava
Nêzîkî 100 akademîsyenan daxwaza me ya statuya yasayî ji bo Rojava û bidawîanîna êrîşan îmze kirin.

Teach-in bi Zanîngehên Rojava re
Gelek îmzekerên (cara yekem) beşdarî danûstandinekê bi zanîngehên Rojava re li ser dijwarîyên heyî û vebijarkên ji bo hevgirtina navneteweyî bûn.

Xelatgîrên nobelê yên di warê tendurustîye ji bo Rojava
Tevî Yekîtiya Bijîşkên Kurd ên li Almanya’yê me daxwaz ji xelatgîrên Nobelê yên di warê tendurustiyê de kir, ku li ser êrîşên dij sazî û xebatkarên tendurustiyê yên li Sûriye’yê daxuyaniyekê bidin. Ew herweha bang li Neteweyên Yekgirtî û Dezgeha Cîhanî ya Tendurustiyê jî dikin.

Odeya bijîşkan ya cihanê
Me, bi hevkariya Yekîtiya Bijîşkên Kurd li Almanya û Yekîtiya Bijîşkên Rojava, derbarê êrîşên li ser navend û karmendên tenduristiyê li Helebê de bi serokê odeya bijîşkan ya cîhanê re têkilî danî.

Guftûgoya Instagramê
Bi minasebeta pêşketinên li Rojava, sê axaftinên din li ser çarçoveya siyasî, yasayî û mirovî hatin lidarxistin.

Merasîma xelata rûmetê
Merasîma pêşkêşkirina Xelata Rûmetê ji Prof. Dr. Birgit Ammann û Prof. Dr. Kemal Bozay re di 10ê Çileya 2026an de li Kulturbunkerê ya Köln-Mülheimê pêk hat.

Xelata zanist û zanyarên ciwan
Bangnameya serlêdanê ji bo Xelata Zanist û Zanyarên Ciwan a vê salê hatiye weşandin. Em li benda wergirtina gelek serlêdanan in.