Newsletter Q2-2026

Endamên hêja,

Hevalên hêja,

em keyfxweşî Newsletter a aktûel diweşînin.

Li gel silavên germ 

Rêveberîya Kurd-Akad

Civînên Rêveberî

Civîna me ya rêveberîyê di 05.04, 16.04 û 19.05.2026 pêk hat.

Çalakiyên Koma Koordînasyonê

Koma Koordînasyonê ya Enstîtuyên Kurd û Rêxistinên Akademîsyenan, bi minasebeta Roja Tenduristiyê ya Cîhanî di 07.04.2026an de panela xwe ya duyem a bi navê “Anatomiya Aştiyê, Tenduristî weke ferza  stratejîk” li dar xist. Bi minasebeta Roja Destûra Bingehîn di 27.08.2026an de panela sêyem a bi navê “Hiqûqa aştiye- Aşti bi riya hiqûqê” pêk hat.

Şêwrê ya xwendekaran

Me şêwreke ji xwendekaran saz kir. Em ji niha ve şa ne bi wan handan û fikrên nû, dengên angajebûyî û perspektîfên hevpar yên ji bo siberojê.

Sempozyûm li ser Pêvajoya Diyalogê

Di 19ê Nîsana 2026 de, me sempozyûmek bi navê “Di duyemîn sala wê ji nû ve fikirîna pêvajoya aştî û civaka demokratîk” li dar xist. Axaftvan Prof. Mithat Sancar, Foza Yusuf, Dr. Özgür Sevgi Göral, Doç. Prof. Adnan Çelik, û Mahmut Şakar bûn. Belge di demek nêzîk de were weşandin.

Belgeya Paşxaneyê ya li ser Memorandum 1996 

Me belgeya paşxaneyê ya li ser berdewamiya înîsiyatîfên diyalog û aştiyê di pirsgirêka kurd de amade kir. Ev belge, ji bilî bicihkirina dîrokî, analîza pêvajoyên berê û pêşniyarên polîtîk ji bo Elmanya û Yekîtiya Ewropayê dihewîne. Me ev belge ji hemû parlamenterên Parlamentoya Federal (Bundestag), weqf û rêxistinên civaka sivîl re şand.

Civîna navxwe

Nîqaşên berhemdar, fikren hêja, danûstandinên kûr û plansaziyên şênber mohra xwe li civîna me ya roja şemiyê xist, ku bi serenavê “Yekitiya Netewî ya Akademisyenên Kurd: Perspektîfên akademîk, berpirsiyariya civakî û torsaziya li Ewropa’yê” bi rê ve çû.

Roja Zimanê Kurdî

Di 15’ê Gulanê de, em tevli panela Enstîtuya Kurdî ya Almanyayê ya ji bo Roja Zimanê Kurdî bûn. Encama me: Tevî zehmetiyên mezin jî, di warê zimanê kurdî de destkeftiyên girîng hatine bidestxistin

Tora Akademisyenên Global a ji bo Zanîngehên Rojava

Roja înê, em tevli civîna Tora Akademisyenên Global a ji bo Zanîngehên Rojava bûn. Berpirsyariya zanistî di heman demê de tê wateya piştgiriyê: ji bo perwerdehiya azad, pevguhertina rexneyî û modelên alternatîf / pêşverû.