Aşitiyê ji perspektîfeke femînîst jinûve fikirîn – Civakên demokratîk xurtkirin
06.11.2026 I Saet 11:30 – 18:30 I Zoom
Organîzasyon
Tora Akademîsyenên Kurd (Kurd-Akad)
Bi hevkariya
– Navenda Cornelia Goethe ya Lêkolînên Zayendî, Zanîngeha Frankfurt am Main
– Zanîngeha Emden/Leer
– Navenda Jineolojiyê ya Ewropa
– Navenda Marie Jahoda ji bo Lêkolînên Zayendî yên Navneteweyî li Zanîngeha Ruhr-Bochum
– Zanîngeha Innsbruck
Mijar
Em di cîhaneke di nav şer, krîz û karesatan de dijîn. Pergalên baviksalar-dualî yên bêmafîkirinê, tundûtûjî, wêrankirina xwezayê, femîzîd û otorîterî di diyarîbûnên xwe de her ku diçin tundtir dibin.
Ev alozî ji perspektîfeke femînîst a dekolonyal û jîneolojîk, bi giranîdaneke domdar li ser aşitiyê û jiyaneke azad, baş û demokratîk tê berovajîkirin. Aşitî wekî pêvajoyeke civakî ya berfireh tê fêmkirin ku bi awayekî jêneveger bi demokratîkbûnê, dadweriya zayendî û dadweriya zanistî û hiqûqî ve girêdayî ye. Tecrûbeyên jinan* ên şer, koçberî, xizanî, tundiya kolonyal û baviksalarî cihêreng û kûr in. Beşdariyên wan ên di xebatên aşitiyê de jî bi heman rengî cihêreng in. Di gelek pêvajoyên aşitiyê yên kevneşopî de, jin* hîn jî bi giranî wekî qurbaniyên pasîf an jî tenê wekî kesên ku ji şer û tundiyê bandor bûne tên dîtin. Ev kêmkirin pêşî li wê yekê digire ku perspektîfên wan di sêwirandina pêvajoyên aşitiyê de bi nêzikatiyeke cidî bên nirxandin. Lêbelê, ji ber serpêhatiyên xwe yên aloz, jin* – bi taybetî yên ji çarçoveyên dekolonyal – her ku diçe zêdetir û bi israr daxwaza beşdariya wekhev di pêvajoyên aşitiyê de dikin. Zanîn, rêxistin û perspektîfên wan ji bo têgihîştina aşitiyê wekî pratîkeke civakî, ku li dijî tundiya binesazî, çandî û epîstemîk derdikeve, bingehîn in.
Jineolojî, wekî zanista jin, jiyan û civakê, bi pêvajoya diyalogê ya li Tirkiyeyê û bi taybetî jî bi banga aşitiyê ya Abdullah Öcalan a di 27 Sibat 2025an de, niha her ku diçe girîngiyeke zêdetir bi dest dixe. Ji ber ezmûna xwe ya bi dehsalan, Tevgera Jinên Kurd di vê pêvajoyê de xwedî roleke navendî ye, ji ber ku guhertina bandora baviksalariyê di hemû têkiliyên civakî, aborî, siyasî û kesane de ji bo bidestxistina aşitiyeke bi rûmet û edaletê wekî bingehîn tê dîtin.
Konferansa çaremîn a dê bê lidarxistin ya di rêzeya “Lêkolînên Zayendî pergî Jîneolojiyê dibin” de dê balê bikişîne ser aşitiyê û rexneyên femînîst ên li dijî şer û mîlîtarîzmê, her wiha têgeh û pratîkên aşitiyê yên jinan* bi perspektîf, analîz û serpêhatiyên Jîneolojiyê re bîne cem hev.
Bername:
Vekirin:
Dersim Dağdeviren, Hevseroka Kurd-Akad
Silavdayîn:
Dr. Beate von Miquel, Rêvebera Giştî ya Navenda Marie Jahoda ji bo Lêkolînên Zayendî yên Navneteweyî li Zanîngeha Ruhr-Bochum
Dr. Johanna Leinius, Zanyara siyasî, rêvebera zanistî ya Navenda Cornelia Goethe ya Lêkolînên Zayendî, Zanîngeha Frankfurt am Main
Pêşgotina li ser mijarê:
Dr. Mechthild Exo, Zanyara Siyasî, Zanîngeha Emden/Leer
Panel I: Teoriya aşitiyê, têgehên aşitiyê û pratîka aşitiyê
Dr. Michaela Zöhrer, Civaknas, Zanîngeha Rhein-Waal
Nesrin Akgül, Akademiya Jineolojiyê, Bakurê Kurdistanê
Moderasyon: Dr. Mechthild Exo, Zanyara Siyasî, Zanîngeha Emden/Leer
Panel II: Dadweriya veguhêz ji perspektîfeke femînîst: ji bo aşitiyê pêwistî bi dadweriyê heye
PD Dr. Simone Wisotzki, PRIF Enstituya Leibniz ji bo Lêkolînên Aşitî û Pevçûnan
Dr. Nisan Alici, Zanîngeha Derby, Britanyaya Mezin
Moderasyon: Dr. Christine Löw, Zanyara Siyasî, Zanîngeha Goethe, Frankfurt a.M.
Panel III: Perspektîfên li ser aşitiyê wek jiyaneke azad, bi rûmet, baş û civakî
Dr. Mawa Mohamed, Civaknas, Zanîngeha Goethe, Frankfurt a.M.
Newroz Uysal Aslan, Parlamentara Partiya DEM, Bakurê Kurdistanê
Moderasyon: Dr. Münevver Azizoğlu-Bazan, Zanyara Civakî, Universität Bremen
Nirxandina kurt a bernameyê:
Ass. Prof. Marlene Schäfers, Zanîngeha Utrecht, Hollanda
Rêbazên Qeydkirinê:
Ji kerema xwe heta 31ê Cotmeha 2026an bi rêya info@kurd-akad.com xwe qeyd bikin. Piştî ku dema qeydkirinê bi dawî bibe, lînka Zoomê dê bi e-nameyê were şandin.
