Konferansa Bijîşkên 2021
Konferansa Bijîşkên Kurd û Komên ji Pîşeyên Elaqedar
Birêz Doktor,
Di van salên dawî de em wekî bijîşkên/doktor û rewşenbîren Kurd û pîşeyên peywendîdar di gelek demên cuda de li hev civiyan. Bi şewba Corona re em bawer dikin ku ji bo wê yekê hewcederiyek heye. Ji bo piştgiriya civaka xwe li ser mijarên tenduristiyê, alîkariya mirovahî ji bo Kurdistanê, danûstendinên pîşeyî di navbera hevpîşiyan de û veguhastina zanîn û agahiyên ji bo Kurdistanê xalên herî girîng yên bingehîn in.
Piştî çend nîqaş û hevdîtinên bi hevpîşeyan re, em êdî dikarin bi kêfxweş ji bo danûstandinên di derbarê mijarên jorîn de ji bo konferanseke yekem a bijîşkên Kurd we vexwînin/dawet bikin..
Konferans wê/dê di 16ê Çilê 2021an online pêk were.
Ji bo pirsgirêkên rêxistinî, ji kerema xwe re heta 5ê Çile 2021an xwe tomar bikin: info@kurd-akad.com
Em li hêviya bersiva we ya erênî ne.
Ligel silav û rêzên taybet
Zeynep Binici-Çetinkaya
Azad Badiki
Dersim Dağdeviren
…
Mijar
Di van salên dawî de em wekî bijîşkên/doktor û rewşenbîren Kurd û pîşeyên peywendîdar di gelek demên cuda de li hev civiyan. Bi şewba Corona re em bawer dikin ku ji bo wê yekê hewcederiyek heye. Ji bo piştgiriya civaka xwe li ser mijarên tenduristiyê, alîkariya mirovahî ji bo Kurdistanê, danûstendinên pîşeyî di navbera hevpîşiyan de û veguhastina zanîn û agahiyên ji bo Kurdistanê xalên herî girîng yên bingehîn in.
Piştî çend nîqaş û hevdîtinên bi hevpîşeyan re, em êdî dikarin bi kêfxweş ji bo danûstandinên di derbarê mijarên jorîn de ji bo konferanseke yekem a bijîşkên Kurd we vexwînin/dawet bikin..
Bernameya Konferansê
11:00 – 11:30: Bixêrhatin
Dr. Dersim Dağdeviren, Hevserokê Tora Akademisyenên Kurd (Elmanya)
11:30 – 12:00: Nûtirîn agahî di derbarê Covid 19 an de
Dr. Serhat Sönmez (Elmanya)
12:00 – 13:30: Di çarçoveya şer, qeyran û pandemiyan de, pergala tenduristiyê ya li Kurdistanê
Başûrê Kurdistanê : Stratejiyên çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê
Dr. Dana Kerkukî (Elmanya)
Bakûrê Kurdistanê : Di çarçoveya cihêkarî û pişaftinê de, xizmeta tenduristiyê
N.Z.
Rojhilatê Kurdistanê : Li Îranê pergala tenduristiyê
Dr. Shan Mard (Danîmarka)
Rojavayê Kurdistanê : Di nava şer de, pergala tenduristiyê ya alternatîf
Dr. Bashrawî Alî (Elmanya)
Birêvebirin: Neşa Kayacan (Îngilistan)
13:30 – 14:30: Navbera Nîvro
14:30 – 16:00: Kurdên li diyasporayê û tenduristî
Kurdên li dîyasporayê di navbera şer , trawma û guncaniyê de
Prof. Dr. Ian Ilhan Kızılhan – Psîkolog (Elmanya)
Kurdên diyasporayê, di pêvajoya Pandemiyê de
Dr. Azad Badiki (Hollanda)
Birêvebirin: Hatun Aycik – Psîkolog (Elmanya)
16:00 – 16:30 – Bêhnvedan/Navber
16:30- 17:45: Ji bo Kurdistanê alîkariya însanî: Pirsgirêk û bergeh/perspektîf
Dr. Eray Öztürk (Elmanya)
Dr. Rojvan Bilgin (Elmanya)
Dr. Alexandre Köroğlu (Fransa)
Birêvebirin: Dr. Zeynep Binici- Çetinkaya (Danîmarka)
17:45 – 18:00: Bidawîkirin
Awayên tevlîbûnê
Ji bo pirsgirêkên rêxistinî, ji kerema xwe re heta 5ê Çile 2021an xwe tomar bikin: info@kurd-akad.com.
Bê guman, em ê di plansaziye de şert û mercên pandemîye binirxînin.