Newsletter 4-2020

Hevalên hêja,

em kêfxweş in ku îsal nûçenameya çaremîn û ya dawîn diweşînin.

Civîna Rêveberî
Civînên me di 06.10, 15.11 und 10.12 de pêk hatin.

Xelata Zanistî
Desteya şêwirmendiya zanistî ji bo xelatgirên pêşniyarê xwe kir. Hemû serlêdan û namzetan ji bo xelatan pir hêja bûn û biryar girtin jî ne hêsanî bû. Desteya şêwirmendiyê û desteya rêveber hem bi pisporiya akademîk û bi taybetî jî bi behremendiya ciwan serbilind in. Ji Zanîngeha Duisburg-Essen Aylin Karabulut Xelata Zanistên Ciwan girt. Fîzîknas Dr. Mehmet Gündüz ji Zanîngeha Ruhr Uni Bochum Xelata Zanistê stand. Merasîma xelatê îsal ji ber nexweşiya Covid pêk nayê.

Sempozyûm “Lêkolîna Zayend pêrgî Jinelojî dibe”
Me ev di 30ê Cotmehê de bi hevkariya Navenda Marie Jahoda ya Lêkolînên Zayendî ya Navneteweyî û Zanîngeha Emden / Leer pêk anî. Çalakî ji hêla Weqfa Rosa Luxemburg ve hate piştgirî kirin. Hevseroka me axaftina vekirinê kir. Dr. Beate von Miquel, Rêvebera Kargêriya Navenda Marie Jahoda ya Lêkolînên Zayendî ya Navneteweyî jî di vekirinê de axivî. Axaftvan zanyarê civakî Dr. Dilar Dirik ji Zanîngeha Oxfordê , zanyarê siyasetê Dr. Christine Löw ji Zanîngeha Frankfurt a.M., Şervin Nûdem ji Jineolojî Akademie Qamişlo, berdevkê însiyatîfa Navnetewî Azadî ji bo Ocalan – Aştî ji bo Kurdistanê, dîroknas Dr. Muriel Athenas ji Zanîngeha Ruhr Uni Bochum û zanyarê siyasetê Dr. Marlene Schäfers ji Zanîngeha Gentê. Sempozyûm ji hêla lêkolînerê aştî û pevçûnê Dr. Mechthild Exo ji Zanîngeha Emden / Leer û zanyarê civakî Münevver Azizoğlu-Bazan ji Zanîngeha Bremen hate pêşkeşkirin. Em ê di pêşerojê de li ser van mijaran bixebitin.

Konferansa Bijîjkên Kurd û Komên ji Pîşeyên Elaqedar
Cara yekem te konferansek taybet ji koma pîşeyan di 16ê Çile 2021 an de pêk were. Di konferansê de ji bilî Covid-19, mijar pergalên tenduristiyê ya li Kurdistanê, pirsgirêkên taybetî ya diyasporayê û alîkariya mirovî ne. Çend hefte berê me bernama vê konferansê li ser malpera xwe weşand. Ji bo pirsgirêkên rêxistinî, ji kerema xwe re heta 5ê Çile 2021an xwe tomar bikin: info@kurd-akad.com

Sempozyûma NRW
Sempozyûma me te bi hevkariya Volkshochschule di 30ê Çile 2021 de pêk were. Zanyarê civakî Münevver Azizoğlu-Bazan ji Zanîngeha Bremenê, zanyarê siyasetê Alp Kayserilioğlu ji Berlîn, Parlamentera HDP Feleknas Uca ji Tirkiyê û Parlamenterê berê ya HDP Ziya Pir te ser mijara “Tirkiye: Berdewamî, Şer û Nêrînên Kurd”, biaxivin. Konferans te ji hêla Zanyarê siyasetê Ismail Küpeli û rojnamevan Dilan Karacadağ were pêşkeşkirin.

Sempozyûm
Sempozyûmek bi pisporên ji siyaset û zanistê re te sala bê pêk were. Agahîyên berfireh emê bi were parve bikin.

Semînerên Soft-Skills
Piştî sala 2020 an ya bê semîner, ji bo sala were du bûyer têne plan kirin.

Silavên germ
Rêveberî