Akademîsyenên Heja,
Destûryarên Zanîngehê,
Serîda em dixazin xwe bidin naskirin: Wekî Komeleya Qeydkirî ya Tora Akademîsyenên Kurd armanca me ya dayîzanîn e ku em perwendeyên zanîngehan û akademîsyenan û e kû zanîngeh qedandine di nava torekê debigihînin hev.
Bi rêya hatina cem hev a pîşe û pisporiyan ku encama vê torê ye, ne bi tenê meydaneke danûstandinê ji bo akademîsyenan ava dibe, her wiha ji bo civaka Kurd jî efektên girîng ên sînerjiyê derdikevin holê. Lewma, ji armancan e ku daxwazên Kurdan ên li Kurdistan û Ewrûpayê li meydanên civakî, çandî û siyasî di asta akademîk de jî bên îfadekirin.
Ji bilî xurtkirina nûneriyeke berjewendiyan a civakî-siyasî, bipêşvebirina miameleya zanistî ya bi mijarên Kurd û Kurdistanê re prensîpeke girîng a xebata me ye. Em perwerdeyê wekî milkê herî biqîmet ê civakekê û kilîta jiyaneke xweser/çarenûsa-xwe-diyarker dibînin, ji ber wê jî, bi ya me pêwistiyek e ku potensiyala perwerdeyê di nava civaka Kurd de bê teşwîqkirin.
Bi armanca naskirina kesên zanîngeh xilaskirine û akademîsyenên Kurd em bûn mevanê înstîtû û sazîyen Kurd li Vîn, Parîs, Stockholm, Brûksel û London ê.
Anîna Akademîsyenan û kesên zanîngeh xilaskirinecem hev li hemû welaten ewrupî de em wek xebatekî pir girin û pewende dibînin.
Em Kurd-Akad we vedixwînin li civîna xwe yê bi akademîsyenên Kurd ên Holandayê li bajara Amsterdamê.
Civîn di şemîya 24.02.18an demjimêr 16an de li Samenwonen – Samenleven, Chris Lebeaustraat 4, 1062 DC Amsterdam destpê dike.
Di hêviya em li Amsterdamê werin cem hev
bi slavên germ
Rêveberiya Kurd-Akadê
