HDP-Serkeftina Hilbijartinê

Em serkeftina hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP pîroz dikin

Îro li Tirkiyê hilbijartinên parlamentoyê û serokweziriyê hatin lidarxistin. Li Tirkiyê ji ber sedemên rewşa derasayî  hilbijartineke asayî nedihat guman kirin. Wekî tê dizanîn di hilbijartinên derbasbuyî de bi taybetî zextên li dijî partiyên Kurd ên demokratîk û  pêşverû, binpêkirinên mafê hilbijartinê mohra xwe li hilbijartinan xistibûn. Lê di pêvajoya hilbijartinên îsal de ev rewş xwe xirabtir kir. Bi taybetî li bajarên ku bi giranî Kurd lê dijîn zext û zordariya hikumet û dewletê xwe girantir kirin. Şîdeta hêzên ewlekariyê li dijî delegasyonên navnetewî  yên çavdêriyê û herweha girtin û qedexekirinên buroyên hilbijartinê; binçavkirin û girtina bi sedan alîgirên hilbijartinê yên HDPê, hin beriya hilbijartinê bandora xwe li hilbijartinê xistin. Ligel hemî van zordariyan hat dîtin ku HDP benda ji %10 bi serketî derbas kir. Herweha endamê serokweziriyê yê HDP birêz Selahattîn Demîrtaş, ku di girtîgehê de xebatên endamtiya xwe weşand, encameke serkeftî bi dest xist.

Em wek Kurd-Akad serkeftina hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP pîroz dikin. Neha divê ev hêza pêşverû bi her awayî bê destek kirin û hemû hêz  ji bo avakirina aşitî û demokrasiye bê bi kar bînin.

Rêveberiya Kurd-Akad’ê