Jineoloji 2022

Sempozyûm

Lêkolînên zayenda civakî pêrgî jineolojiyê dibin II

Xweza, beden û zayend, jinûve aktualîzekirinek

18.02.2022

Saet: 10-18 (zoom)

Wergera almanî û îngîlîzî ya sîmultane heye.

Civîneke hevkar a

Navenda Marie Jahodayê ya Lêkolînên Zayenda Civakî ya NavneteweyîZanîngeha Ruhr-Bochumê, Zanîngeha Emden / Leerê û Tora Akademîsyenên Kurd e.V.

Bi piştgiriya Weqfa Rosa-Luxemburg

Hûn dikarin heta 15.02.2022’an bi rêya info@kurd-akad.com  xwe qeyd bikin.

Mijar

Têkiliya li ser „xwezayê“ di nêzikatiyên cihêreng ên teoriyên femînîst de xala bingehîn a nîqaşê ye. Herî rojane di nîqaşa derbarê „vegera materyal“ de li ser aliyên materyal ên zayend, beden û xwezayê û her wiha li ser têgînên mêtingerî, serdestî û kapîtalîzmê de vekolîneke nû tê kirin. Girêdayî vê nêrînên femînîst-ekolojîk, femînîzma materyalîst û neo-marksîst jî dîsa bi xurtî têne nîqaşkirin.

Ev çend sal in ji aliyê Tevgera (Jina) Kurd ve rengekî nû yê zanistê bi navê Jineolojî tê pêşxistin. Ev helwesta zanistî bi dîroka 5000 salî ya baviksalarî awayê jiyana azad, hevpar û girêdayî xwezayê çawa hatiye windakirin vedibêje. Her wiha Jineolojî hewl dide mirovan weke parçeyekî xwezayê fêhm bike û têkoşîna parastina wan jî weke aliyekî girîng ê konfederalîzma demokratîk dibîne.

Li hemberî krîzên gerdûnî yên derbarî avûhewayê, xizanî, refah û nûavakirina civakî; herweha pevçûnên tundî û kuştina jinan, nîqaşên li ser materyalîte û têkiliyên bi xwezayê re careke din dibin navenda berxwedan, pratîk û teoriyên femînîst. Têkoşîna jinan a gerdûnî ya xwecihî, komunal û heremî li başûrê cîhanê bi armanca dekolonîzekirina têkiliyên cîhanê û zanînê her ku diçe zêdetir balê dikişîne û bi vî rengî jinên marjînal û her wiha têkoşînên femînîst ên ne-hegemonîk ên ji bo jiyaneke xweser bi parastina xweza û jîngehê têdikoşin, balê dikişînin ser xwe.

Bi vê konferansê em dixwazin ji perspektîfa lêkolînên zayendî/teoriya femînîst û ji perspektîfa Jineolojiyê ji bo nîqaşên li ser têkiliyên di navbera baviksalarî, kapîtalîzm û rûxandina hawirdorê; têkiliyên navbera civak û xwezayê, jin û xwezayê, herweha têkiliyên navbera zayendên civakî û ekolojiyê de qadeke vebikin.

Bername

silavdayîn:

  • Dersim Dağdeviren, Hevseroka Tora Akademîsyenên Kurd e.V.
  • Dr. Beate von Miquel, Rêvebera Navenda Marie Jahodayê / ji bo Lêkolînên Zayendî ya Navneteweyî li Zanîngeha Ruhr Bochum

Pêşkêşî: Dr. Muriel González Athenas, Zanîngeha Ruhr Bochumê

Panela I.: Jinûveavakirina zanistê bi pratîka dekolonyal

  • Dr. Azize Aslan (Postdoktora), civaknas, Zanîngeha Xweser a Neteweyî ya Meksîkayê (UNAM)

Jinûveavakirina sûbjektîvîteya jinê di birêxistinkirina jiyanê de û Jineolojî wekî perspektîfa xweseriyê

  • Yuderkys Espinosa Miñoso, Enstîtuya Karibik a Raman û Lêkolîna Dekolonyal – GLEFAS û CAPAS / Zanîngeha Heidelbergê

Rexneya Kolonyalîzmê ji Perspektîfa hişmendiya Femînîst

(La crítica a la colonialidad de la razón feminista)

Moderator: Dr. Mechthild Exo, Zanîngeha Emden / Leer

Panela II.:  Beden, materyal û xweza

Lisa Krall, Zanîngeha Kölnê

Ji têkilî û hevbirînan. Xwendina femînîst-materyalîst a lêkolînên epîgenetîk

Elîf Berk, Kovara Jineolojiyê, Kurdistan

Ji şerê têgînan heya jiyanê bixwe

Klee Ritter, Lêkolînên Queer, Zanîngeha Kölnê

Wek yek ji parçeyeke şoreşa jinê femînîzma queer

Moderator: Dr. Christine Löw, Zanîngeha Georg-August a Goettingenê

Panela III.: Polîtîkayên ekolojîk û demografîk – rê meşin û pêşî li xefikan birîn

PD Dr. Susanne Schultz, Zanîngeha Frankfurtê a.M.

Di Serdemên Guherîna Avûhewayê de Dij-Malthusyanîzm: Perspektîfa dadweriya vehilberînê

Dr. Daniela Danna, Zanîngeha Salentoyê, Îtalya

Kapîtalîzm, nifûs û rola jinê

Sarah Marcha, Navenda Jineolojiyê ya Brukselê, Belçîka

Bi xurtkirina nasnameya jina azad û şaristaniya demokratîk, derbaskirina pirsgirêkên ekolojîk û demografîk

Moderator: Dr. Muriel González Athenas, Zanîngeha Ruhr Bochum

Koordînator: Dr. Muriel González Athenas (Zanîngeha Ruhr Bochumê); Dr. Mechthild Exo (Zanîngeha Emden / Leer); Hevseroka Tora Akademîsyenên Kurd e.V., Dêrsim Dagdeviren; Münevver Azizoğlu-Bazan (Xwendekara PhD, Zanîngeha Bremenê), Dr. Christine Löw (Zanîngeha Georg-August Goettingenê)