Sempzûyma Lekolîna zayend pergî Jineolojî dibe III

Camêr û canîken hêja,

Em keyfxweşî we li ser sempzûyma me bi mijara “Lekolîna zayend pergî Jineolojî dibe – Tenduristî û jiyana baş a civakî – nêzîkatiyên femînîst, dekolonyal û jineolojî” vexwendin.

22.09.2023 | Saet 11:00 bis 19:00
Campus Westend der Goethe Universität Frankfurt Main, Theodor-W.-Adorno-Platz 1, 60323 Frankfurt, Raum IG 411

Civîneke hevpar a Navenda Cornelia Goethe – Zanîngeha Frankfurt a.M. , Zanîngeha Emden / Leer û Kurd-Akad.

Ji kerema xwe re ji bo tevlîbûnê heta 18.09.2023’an serî li info@kurd-akad.com bidin.

Silavên germ

Rêvebirî

Ji pandemiya koronayê vir de, careke din eşkere bû ku nexweşî û tenduristî bi avasaziyên newekheviya civakî yên li ser zayend, çîn, nijad, kêmendam, temen, heteronormativite û hwd. ve girêdayî ne.
Ji destpêka salên 1970an de, li gelek qadên civakê berxwedaneke li dijî tibba zayendperest ku hemwelatiyên xort ên ciwan ên li serxwe wekî norm, û jinan wekî hebûnên bi kêmasî an jî ne temam fehm dike û pênase dike, derket pêş.

Pêdivî û şert û mercên tendurustiya derûnî an zîhnî (mental health) jî niha di nava komên femînîstan de tên nîqaşkirin; bi heman awayî, di nîqaşên li ser tenduristî, pêşîlêgirtin û formên dermankirinê de, tevgerên civakî banga liserrawestina ramanên femînîst ên hevbirî (intersektional) dikin ku nexweşbûnê bi zayendîtî, heteronormîzekirin, seqetî, nijadperestî û xizaniyê ve girê didin. Têkiliyên di navbera tenduristî û newekheviya civakî de jî tên nîqaşkirin.

Armanca konferansê ew e ku ji aliyê femînîst û jineolojiyê ve mijarên aktuel ên di warê tenduristî, têkiliyên zayendî û demokratîkbûnê de pêşkêş û analîz bike û nîqaşên li ser kûr bike.

Sempozyûm navdisîplîner û transdisipliner e. Perspektîfên zanistên civakî, çandî û her wiha nêrînên dîrokî, felsefî û aktîvîst ên zayend-analîtîk û femînîst û herweha perspektîfên jineolojî yên li ser van mijaran divê bi hev re bên nîqaşkirin.

Bername

Slavdayîn
Dersim Dağdeviren, bijîşk, Hevseroka Tora Akademîsyenên Kurd e.V.

Prof. Dr. Bettina Kleiner, Rêvebera Navenda Cornelia Goethe Zanîngeha Goethe Frankfurt a.M. û Dr. Tanja Scheiterbauer, Zanistên Siyasî / Zanîngeha Goethe Frankfurt a.M.

Pêşkêşî
Dr. Mechthild Exo, Zanîngeha Emden/Leerê û Prof. Dr. Christine Löw, Zanîngeha Justus Liebig Giessen

Panel I
Dîrok û niha bi hev ve girê bidin: Berxwedana li dijî kolonîzasyonê

Elif Kaya, endama Navenda Jineolojiyê ya Brukselê
Tenduristî: îstîsmara baviksalarî ya li ser dîrokê, beden û zanîna jinê

Cornelia Ullrich, nivîskara serbixwe Frankfurt a.M.
Dîroka navendên tenduristiyê yên femînîst ên Jinan

Zuena Orego û Esther Kabati, Women in Exile, Berlin
Kampanyaya ji bo tenduristiyê ya bê cudakarî û ji bo hemû kesan – ji Jinên Sirgûnî

Moderator: Dr. Muriel González Athenas, Zanîngeha Innsbruckê

Panel II
Afirandina projeyên nû û alternatîfên ji bo tenduristiya bêtundî ya femînîst û hevbirî: Asoyên rizgarker ên ji bo vehewandin/têşegirtin, zanîn û jiyanek baş ji bo hemuyan

Dr. med. Anna O’Neill, Bijîşk û Endama Komîteya Jineolojiyê, Îskoçya
Krîzên tenduristiyê û reyên me yên ji bo şoreşa tenduristiyê

Dr. Ayse Dayi, Damezrîner û Rêvebera Orca Dreams: Platforma ji bo jiyaneke baldar
Ji klînîkên femînîst ber bi komên şîfayê yên jinan ve: Tenduristiya jinê ya hilberî û tevneparêz ji salên 1970an heta îro

Prof. Dr. Gabriele Dennert, Zanîngeha Dortmund
Pêşveçûna tenduristiyê ji nû ve fikirîn

Moderator: Münevver Azizoglu Bazan, Zanîngeha Bremenê

Gotûbêja dawî bi hemû beşdaran re

Moderator: Dr. Mechthild Exo, Dr. Muriel González Athenas, Prof. Dr. Christine Löw

Di dawiya sempozyumê de weşana fîlm: »Audre Lorde – Salên Berlînê. 1984-1992« (Derhêner Dagmar Schultz bi almanî 2011, 70 deqe.) – Fîlmek ji hêla Dagmar Schultz