Konferens li Dortmund

Konferans: Zimanê Dayikê, Pirzimanî û Cihêrengî: Zehmetî û Derfet

Şemî, 29.02.2020
Saet ji 12an heya 17an

Bi Hevkariya:
Zaningeha Dortmundê IUBH,
Yekitiya Mamosteyên Kurd li Ewrupayê,
Ensîtuya Kurdî ji bo Lekolîn û Zanist

Mijar:

21ê Sibatê, roja navneteweyî ya zimanê dayikê ye.Ev roj ji aliyê UNESCO’yê ve, ji bo pêşxistina zimanê dayikê, pirrzimanî û dewlemendiya çandê hatiye ragihandin. Li cihanê nêzî nivê zimanên heyî di bin xeteriya tûnebûnê de ne. UNESCO zimanan weke nişaneya nasname ya kesên wan zimanan diaxivin dinirxîne, pêşxistina van zimanan pirr giring dibine.

Herwiha zimanê dayikê û zimanên biyanî tên wateya têgihiştin û hurmetê ya li hemberî hevdu.  Mijara pirrzimanî ne tenê di zanistê  de weke aliyên erêni û neyênî ya di fêrbûna ziman de derdikeve pêş. Herwiha di niqaşên çarçoveya polîtikayên entegrasyonê de jî derdikeve pêss. Li vir zimanê kurdî ku nakeve kategoriya netewdewletê, cihekî taybet digire. Ev him bii çarçoveya entegrasyon hwd.ya politikaya entegrasyonê re, him jî bi waneyên hînkirina zimanê dayikê re eleqeder e. Bi vê sempozyûmê em dixwazin faktorên cûda ku zimanê dayikê bandor dikin, bi nav bikin û mijara pirrzimaniyê di çarçoveya zehmetî û derfetan de binirxînin.
Armanca sempozyûmê ew e ku faktorên cûda yên li ser zimanê dayikê bandor dike, bi nav bike û pirzimaniyê di çarçoveya zehmetî û derfetên wê de destnîşan bikin. Bi danişîna niqaşan, em dixwazin herî dawî zimanê kurdî weke minak binirxînin û niqaşên xwe li ser vê bingehê pêşbixin.

Danaşîn I: Pirzimanî û Çendzimanî

Prof. Dr. Katharina Brisic, Zimanzana Germanîstîk, Zaningeha Freiburg
Pirzimanî: Pirsgirêk û Perspektîf

Dr. Renate Delucchi, Şêwirmenda Akademîk, Lêkolinên Piralî AG, Peymangeha ji bo Zanista Çandî, Zaningeha Dortmundê
Duzimanî: Zanîn û Ziman

Abdulkadir Ulumaskan, Serokê Komeleya Mamosteyên Kurd a li Ewrûpayê
HSU Kurdî: Sînor, Zehmetî û Pewistiya Çalakbûne

Pêşkêşvan: Nalin Erdinç, Xwendevana Mamostetiyê, Köln

Danaşîna II: Li hev Bandorkirina Ziman, Wejê û Civakê

PD Dr. Şefik Tagay, Psîkolog, Zaningeha Kölnê
Bi rêya Nasname û Ziman Derbaskirina Trawmayê

Prof. AI. Dr. Ibrahim Seydo Aydoğan, INALCO Paris
Politîkbûn û Ziman: Danûstandin û Nakokî

Davut Yesilmen, Zaningeha Duisburg-Essenê
Wejêya Kurdî: Bandorên Civakî û Zimanî

Pêşkeşvan: Münnever Azizoğlu Bazan, Civaknas, Zaningeha Bremenê

Danaşîna Niqaşan: Piralîbûn, Pirzimanî û Entegrasyon

Dr. Talibe Süzen, Şêwirmenda AWOyê ya Federal ji bo Migrasyona Zarokên Pirçandî û Ciwanan, Berlin

Hamdiye Ertaş, Mamoste, Berdevka AK Kurdistan di GEW de li Bremenê

Pêşkêşvan: Dersim Dağdeviren, Bijîşk, Hevseroka Kurd-Akadê, Dortmund