Piştgirî bi HDP re

 
Piştgirî bi HDP re
 
Di van çend rojên borî de êrişên li dijî HDP û çepgirên dijber dijwartir bûn. Di gelek serdegirtinên polîsan de bi dehan siyasetmedar, hevşaredar û parlamenterên berê, û her wiha akademîsyen jî hatin girtin. Armanc tasfîyekirina hemû dijberiyan û berfirehkirina dîktatoriya faşîst e.
 
Hikûmeta Tirkiyê ne tenê li hundir dengên dijberî û rexneger dike hedef. Ji sedema rexneyên zanyarê siyasetê Prof. Dr. Burak Çopur ji Almanya, li ser mijarên sîyasî yên Tirkiyê, malbata wî ji hêla servîsa veşartî ve hate ziyaret kirin. Di demên dawî de, karmendek servîsa veşartî ya Tirk xwe radestî servîsa veşartî ya Avusturya kir û li ser planên êrîşkirina ser siyasetmedarên Avusturyayî, di nav de endamên berê ya Meclîsa Netewî Berivan Aslan û Peter Pilz û Parlamenterê Ewropî Andreas Schieder, agahdar kir. Birêz Aslan û birêz  Pilz sazkirina şebeka ajanên Tirk li ewropa da bûn nîşandan. 
 
Em van  êrîş û hewldanên tirsê şermezar dikin û bi hêzên demokratîk re, taybet HDP re piştgirî dikin.