Newsletter Q3-2026

Endamên hêja,
Hevalên hêja,

em keyfxweşî Newsletter a aktûel diweşînin.

Li gel silavên germ
Rêveberîya Kurd-Akad

Civînên Rêveberî

Civîna me ya rêveberîyê di 12.07 û 17.09.2026 pêk hat.

Weşandin

Belgeya sempozyûma bi sernavê “Di sala duyemîn de pêvajoya aştiyê û civakeke demokratîk jinûve bifikirin” hat weşandin.

Komxebat “Dîplomasiya pîşeyî: Vebijêrk, Astengî û Perspektîf”

Digel pisporên ji warên cihê yên wekî hiqûq, bijîşkî û hevkariya navnetewî me li ser derfet û berpirsiyariya pîşeyên curbicur wekî bingeheke karîger a hevkarî û torsaziyê gotûbêj kir.

Rapora Rewşa Civaka sîvîl a li ser Antîfemînîzmê 2025

“Rapora Rewşa Civaka sîvîl a li ser Antîfemînîzmê 2025” a ji hêla “Lola für Demokratie e.V.” û “Navenda Raporkirinê ya Antîfemînîzmê” ve hatiye weşandin. Em jî bi gotarekê tê de cihê xwe digirin.

Roja Aşîtiyê ya Cîhanê 

Di Roja Aşîtiyê ya Cîhanî de em Akademîsyenên ji bo Aştiyê bi bî dixin, yên ku beriya bi 10 salan bi bangewaziya xwe nîşaneke zelal li dijî şer û ji bo aştiyê, diyalogê û berpirsiyariya zanistî danîn.

Wêrekî û xebata wan heta îro jî giring in. Ji ber ku aştî hewceyê kesên ku wêrekiya dengê xwe bilind bikin, heye.

Medyaya civakî 

Di betlaneya havînê de rêze hevpeyvîna bi navê ‘Kurdistan Aktuell’ ku êdî bûye kevneşopî hat pêşkêşkirin. 

Sempozyûm: Lêkolînên Zayendî pergî Jinelojiyê dibin IV 

Sempozyûm wê di 06.11.2026’an de, sernavê ‘Aşitiyê ji perspektîfeke feminist jinûve fikirin- Civakên demokratîk xurtkirin’ pêk were. Ev konferans bi hevkariya Navenda Cornelia Goethe ya Lêkolînên Zayendî, Zanîngeha Frankfurt am Main, Navenda Jineolojiyê ya Ewropa, Navenda Marie Jahoda ya ji bo Lêkolînên Zayendî yên Navneteweyî li Zanîngeha Ruhr-Bochumê, Zanîngeha Emden/Leer û Zanîngeha Innsbruckê tê lidarxistin.