Komel

Em xwe çawa dibînin

Wekî Komeleya Qeydkirî ya Tora Akademîsyenên Kurd a sala 2009’an hatä damezrandin, armanca me ya dayîzanîn e ku em perwendeyên zanîngehan û akademîsyenan bigihînin hev di nava torekê de. Bi rêya hatina cem hev a pîşe û pisporiyan ku encama vê torê ye, ne bi tenê meydaneke danûstandinê ji bo akademîsyenan ava dibe, her wiha ji bo civaka Kurd jî efektên girîng ên sînerjiyê derdikevin holê. Lewma,

ji armancan e ku daxwazên Kurdan ên li Kurdistan û Ewrûpayê li meydanên civakî, çandî û siyasî di asta akademîk de jî bên îfadekirin.

Ji bilî xurtkirina nûneriyeke berjewendiyan a civakî-siyasî, bipêşvebirina miameleya zanistî ya bi mijarên Kurd û Kurdistanê re prensîpeke girîng a xebata me ye. Em perwerdeyê wekî milkê herî biqîmet ê civakekê û kilîta jiyaneke xweser/çarenûsa-xwe-diyarker dibînin, ji ber wê jî, bi ya me pêwistiyek e ku potensiyala perwerdeyê di nava civaka Kurd de bê teşwîqkirin.