Bang ji bo Akademîsyen û Zanistvanan
Piştgirîya hevbeş ji bo ji nûve avakirina Rojava
Wekî KURD-AKAD em dixwazin bi vê nameyê bala Akademîsyen û Zanistvanên li Elmanyayê bikşînin ser projeyê Rojava û banga Xebatekî hevbeş dikin.
Şerê li Sûriyeyê ne tenê bû sedema pêlên Penaberîyê, pergala Perwerdê jî bi xwere rûxand. Gelek Mamoste neçar man welatê xwe biterikînin, li gelek Herêma derfeta perwerdekirina Zarok û Ciwana nema. Federasyona Demokrat a Bakurê Sûrî, ku wekî ‚Rojava‘ jî tê binavkirin, di hemû beşên jiyanê de, di sîstema Tenduristiyê heta ya Perwerdehiyê de di nav ji nûve avakirinekê deye. Ji nûve avakirina sîstema Perwerdehiyê li Rojava, rastî astengîyên gelek mezin dibe. Guhertinên siyasi yen ku hîn jî berdewam dikin u herwiha guhertinênên demokratîk yên demdirêj ya civaka giştî îfadeyê xwe di ji nûve avakirina sîstema Perwerdehiyêde dibinin. Armanc li vir ewe ku Perwerdehiya nemerkezi ya ku xwe dispêre nirxên Demokratîk yên hevpar bê avakirin.
Li Rojava baxçeyê zarokan û dibistanên Seretayî, Navendî û Amadeyî û herwiha sê Zanîngeh hene (Zanîngeha Hasaka, Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî). Li gorî agahîyên Zaningehên ‚Rojava û Kobanî‘, li van her du Zanîngeha de nêzîkî 800 Xwandekar û herwiha 130 Xebatkar û Lêkoliner hene. Avakirina beşa Perwerdehîyê ya ji bo kesên kêm endam di 1. Sibatê li Zaningeha Kobanê, dikare wek mînak ji bo Perwerdehîya modern bê dîtin. Xalekî din ya girîng ewe ku naverok û mercên sîstema Perwerdehîyê ya Rojava nema ji alîyê Komekî piçûk ya serdest û dewleta Navendî ve tê amadekirin, eqsî wê Perwerdehî li Rojava li asta heremî û ji alîyê aqademîyên Gel ve tê pêkanîn. Herweha ji vê mînakê jî dikare bê dîtin, bê Federasyona Demokratîk ya Bakurê Sûrîyeyê, bi hilbijartina Mijarên Beşên nû yên Aqademîyên hatine avakirin ve, di mijara Perwerdehîyêde gihaye kîjan qonaxe û herwiha di pêşerojê de wê bighê çi astê.
Armanca projeya Rojava ewe ku bi pêdivî, derfet û analîzên Zanistî yên rewşa Perwerdehîyê û ji nûve avakirina sîstema Perwerdehîyê li Rojava destek bike. Ji bo pêşxistina veguhezandina Zanistê li herêmê, li ser bingeha zanebûnên ampîrîk û teorîk kursên du hefteyî (summer School) ji bo komekî ji Perwerdekar, Mamoste û Xwandekaran ve bê dayîn. Hêjayî gotinêye ku, bi gengaz kirina danûstendinên di beşa Perwerde kirina Mamosteya, ji alîyê Zanistvanên elman û yên Sûrî ve dikare rengvedanekî li ser bingeha sîstemên cûda yên Perwerdehîyê pêşbixe. Di Projeyê de xala pêşwerû ewe ku avakirina Torên Perwerdehî di navbera Zanistvanên di sîstema Perwerdehîyê li Rojava /Bakurê Sûrî û li Ewropayê pêşbixe. Bi Torekî wiha derfeta ku xebatekî Navnetewî li dijî bê derfetbûyînê û ji bo çareser kirina Pirsgirêkê Perwerdehîyê dertê pêş.
Niha em li berin Networkekê (Pool) ji Zanistvanên Ewrûpî ku di beşên cûda yê Zanistê de çalakin pêk bînin. Zanistvanên vê Networkê wê di Çarçewa kursa Havînî ya hatîye plan kirin de (summer school) li Qamişlo û li Kobanî di Tebaxa sala 2019 de li ser mijarên cûda, Kurs û Semînara pêşkêş bikin.
Ger hûn bixwazin piştgirîyê bidin û çalak tev li Xebata ji nûve avakirina Rojava bibin, tev li Rojava-Projekt bibin. Ji bo Agahdariyê zêdetir tekîlî yê bi Email. KURD-AKAD re deynin.
Gelek spas ji bo Baldarî û Piştgirîya we. Tîma projeya Rojava.
Silaven germ
Rêvebirî